Diyarname
Panel, gotûbêj, konser, lîstikên şanoyê… Va ne hin ji bernameyên dawiya vê hefteyê:
25.02.2022
- Lîstika Hema Hema Jin Elizabeth
Şanoya Bajêr a Amedê roja 25’ê mehê lîstika xwe ya bi navê “Hema Hema Jin Elizabeth” li salona xwe dilîze. Lîstika ku metna wê Dario Fo nivîsandiye, Dilawer Zeraq wergerandiye kurdî û derhêneriya wê Berfîn Emektar kiriye. Lîstik saetk 19.00’an de tê lîstin.
- Konsera li Cizîrê
Li Cizîrê hunermend Ferît Sevîm derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Sevîm 25’ê mehê saet 20.00’an de li Kasaba Bistro-Cafe ya li Cizîrê derkeve ser dikê.
26.02.2022
- Roja îmzeyê ya nivîskarên di zindanê de
PEN’a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Arî-Der bernameya Roja Îmzeyhe ya Nivîskarên di Zindanan de li dar dixe. Ev bernameya ku berê li bajarên din li dar ketibû ve carê li Batmanê li dar dikeve. Di bernameyê de pirtûkên nivîskarên girtî têne îmzekirin û bal dikişînin ser rewşa girtiyan. Bername 26’ê mehê, saet di navbera 13.00-16.00’an li Sendîkaya Petrol Îş a Batmanê dê li dar bikeve.
- Lîstika Don Kîxot
Şanoya Bajêr a Amedê roja 26’ê mehê lîstika xwe ya bi navê “Don Kîxot” li salona xwe dilîze. Lîstika ku ji romana Miguel De Cervantes hatiye girtin, derhêneriya wê Ferhad Weqî kiriye. Lîstik saetk 19.00’an de tê lîstin.
- Gotûbêja li ser Serhildana Şêx Seîd
Bi organîzekirina Weşanên Avestayê li ser Serhildana Şêx Seîd bernameyeke li dar dikeve. Bernameya ku moderatoriya wê dê Necat Zivingî bike, Abdulilah Firat dê biaxive. Bername 26’ê mehê saet 17.00’an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Beyogluya Stenbolê li dar dikeve.
- Konsereke li Amedê
Li Amedê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê konserek li dar dixe. Konser 26’ê meê saet 18.30 de li Eywana Dawetê ya Avayê dê lidar bikeve. Orkestra Ma, Azad Berdan, Hîvron, Mizgîn Turan, Şîlan Dora, Ahmet Jiyara û Rênçber Agirî dê derkevin ser dikê.
- Serbaz li Wanê ye
Lîstika Yenisahne Tiyatro ya Batmanê a bi navê "Serbaz" 26’ê mehê li Wanê ye. Lîstika ku metna wê aîdê Hristo Boyçev e û Yakup Selimoglu wergerandiye kurdî û derhêneriya wê kiriye, li Şanoya Mencel a Wanê dê bê lîstin. Heman rojê du caran, saet 16.00’an û saet 19.00’an de dê wekî du sean lîstik bê lîstin.
Li Almanyayê panel
Li Almanyayê jî bi navê “Rewşa kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî li Almanyayê” li dar bikeve. Panel roja 26’ê mehê saet 13.00’an de bi moderatoriya Hishen Çatikkaş dê li dar bikeve. Di panelên de Emîn Akbaş (Mamosteyê dersên kurdî li Bremenê, endamê Komîteya Rêveber ya YMK’e), Ilyas Isen (Mamosteyê dersên kurdî li Mainzê, endamê Komîteya Rêveber ya YMK’ê) û Alî Guler (Endamê Komeleya Boblingenê û xebatkarê Can TV'yê) wê wekî axifger beşdar bibin.
27.02.2022
- Ziman, Çand û Nasname
Bi navê "Ziman, Çand û Nasname" li Semsûrê gotûbêj û roja îmzeyê li dar dikeve. Bernameya ku ji aliyê Ferat Der û Weşanên Lîs ve tê organîzekirin, Dr. Dilawer Zeraq, nivîskar Mehmet Oncu û Sîdar Jîr beşdar dibin. Bername li Salona KESK’ê ya Semsûrê saet 14.00’an de li dar dikeve.
Têbinî: Li ser çand û hunerê agahiyên nû bên, em dikarin lê zêde bikin.


