Danasîna pirtûka Pêncwênî hat kirin
SILÊMANÎ
Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî vê payîzê pirtûka xwe ya nû bi navê "Çûn bûm be pird?" derxistibû, niha ji bo danasîna pirtûkê çalakiyeke hat lidarxistin.
Çalakiya danasînê li Salona Kurdistana Nû ya Silêmaniyê li dar ket. Ligel Pêncwênî gelek nivîskar û rewþenbîr li çalakiyê amade bûn.
Li gor nûçeya Rojnewsê berî danasînê Pêncwênî ji bo çapemeniyê axivî û got: “Min di pirtûkê de behsa bîranînên xwe yên ji dema zarokatî heta niha kirine. Min behsa jiyana xwe ya siyasî, civakî, çandî û rewþenbîrî kiriye. Her wiha min behsa xebat û têkoþîna xwe kiriye. Bi qasî min kariye min bi þêweyek bê alî nivîsandiye û xistiye ber xwendevanan.”
Piþtî Pêncwênî jî mêvanên din axivîn û danasîn hat kirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Pirtûka nû ya Mihemed Emîn Pêncwênî derket