Erdal AVCI*
Di rojnameya Radikalê, di hejmara 29'ê reşemiyê, beşa hevpeyvînan de min hevpeyvîna bi sernavê "Qedexe rabû firotin daket" ku bi Hasan Saltik re kiribûn xwend.
Digel ez beşdarî hin gotinên wî dibim jî hin nerazîbûnên min hene. Her wiha ji aliyê xwe ve ez dixwazim kedeke erênî lê zêde bikim. Ez ji Girtîgeha Tîpa F ya 1 Nimro ya Kandirayê vê nivîsê dinivîsim. Ez kordînator û sazkarê şîrketa (Kom Muzîk) ku sedî 85 albumên kurdî (kurmancî, kirmancî, soranî) weşandine me. Hasan Saltik û şîrketa wî, li ser muzîka etnîk xebatê dike (ew hevalê min û cîranê min e). Dema dibêje bazara muzîka kurdî ji sedî 15'an daketiye sedî 2'yan (bi ya min ev rêje şaş e) li ser sedemên wê nesekiniye.
Mînak; Li Stenbolê di marketên muzîkê de qedexeyeke ku nav lê nekerine li ser albumên bi kurdî heye. Li Kolana Îstîklalê (Nota werger: Li vê kolanê pir album û pirtûk têne firotin, wekî navendekê ye) ji bilî hin deran rewş bi awayî xurt wisa ye. Ez du mînakan bidim: Li qata jêrîn a rojnameya Tarafê Pirtûkxaneya Alkim (Nota werger: Ev der li Kadikoy e ku Kadikoy yek ji navçeyên navendî ya Stenbolê ye û navçeyeke pêşketî ye) heye, di reyona wan a muzîkê de beşên taybet ên muzîkê (li ser spanyolî, almanî, îngilîzî, rumî û hwd.) hene lê li wê derê min albumên bi kurdî nedîtin. Min ji berpirs sedema vê yekê pirsî, bersiv neda min. Li Amedê şaxa "D&R" (Nota Werger: Ev der ciheke ku lê hema hema hemû cure pirtûk û hemû cure album hene) heye, me hemû cure albumên xwe şandin wê derê, lê ew bi paş ve vegerandin (bêyî ku sedema vê bibêjin). Li Amedê bi xwe jî em rastî astengiyeke sedem veşarî hatin. Li aliyê din albumên ku herî zêde korsanên wan derdikevin ên bi kurdî ne. Wekî ku bi taybetî korsanan teşwîq bikin. Bajarên kurdan bûne navenda korsaniyê. Erebeya me ya belavkirina albuman bi saetan li cihê lêgerînê tê rawestandin lê mafê gera bi awayekî azad dane belavkarên korsan. Di rewşeke wisa de em nikarin xwe bigihînin rêjeya firotina sedane ya albuman.
Di qada dîjîtal (înternet) de em rastî zehmetiyên cidî tên. Mînak: Em endamê yêdek ê MUYAP'ê ne. (Nota werger: MUYAP - Platforma Sazkarên Muzîkê) "Li gor rêgezê em nikarin bibin endamên esil" û ev yek dibe sedema zirara me ya cidî ya ji aliyê madî ve (Asta bûyîna endamên esil çapkirina albuman bi 400 hezar hebî ye ku ev yek êdî ne mimkûn e). Hindik şîrketên ku endamên esil in sedî 70'yê pereyên jê tê digirin (ev rewş hêjayî nîqaşê ye). Dema MUYAP'ê bi TTNET'ê re peyman saz kir qeyrana albumên bi kurdî derket. Piştî ku MUYAP'ê israr kir ku mafên endaman biparêze, formuleke nû ji bo albumên kurdî dîtin. Ew, di malpera TTNET'ê de xistin beşa "Yên din" û ji ber peyvên W, X, Q'yê yên di kurdî de, kesek bi kurdî baş nizanibe nikare xwe bigihîne hunermend yan jî berhemê. Hûnê jî qebûl bikin ku ev yek rewşek gelek zehmet e (ji bo guhdarîkirina muzîkê) û ji ber vê yekê guhdarên muzîka kurdî berê xwe didin malperên korsan ên muzîkê û ji wê derê temaşe yan bi dest dixin.
Hasan Saldik dema dibêje "rêjeya firotina albumên muzîka kurdî daketiye" divê bê dîtin ku ev rewş ne aîdê me tenê ye, divê bê dîtin ku ev pirsgirêkeke giştî ye. Em wisa nenêrin, dê bê gotin ku "li tirkî jî guhdarî nayê kirin", bi vê yekê jî emê nikaribin xwe bigihînin encamên rastîn.
Yek ji zehmetiyên me a em dijîn jî, hin kanalên ku bi yekîtiya pîşeyê ve peyman saz nekerine (wekî TRT 6 û Dunya TV) berhemên me bê sînor û her gav bikar tînin e. Me salekê ev kanal şopandin, albumên bi kurdî yên şîrketên din ne têde, tenê berhemên me 1500 car hatine bikaranîn. TRT 6 kanaleke dewletê ye û mafê telîfê binpê dike ku ev yek bi xwe skandalek e. Li ser mijarê me daxuyanî da çapemeniyê (ji înternetê ev daxuyanî dikare bê dîtin). Hema hema temamê (derdorên akademîk) yên bi mafê telîfê dizanin diyar kirin ku di vî warî de em mafdar in. Ji bo vekirina dozê me dosyayên der barê wan de amade kirin; lê ez! di çarçoveya operasyona KCK'ê de "ne sazkarek muzîka kurdî" ji endamtiya rêxistinê hatim girtin û niha di girtîgehê de me (6 meh in em li benda îdîanameyê ne). Ev mînak nîşanî me dide ku, dixwazin rêya lêgerîna mafê xwe ya bi zagonî jî bigirin. Dixwazin rewşeke, kî çawa bixwaze, wisa muzîka bi kurdî bikar bîne derxin holê!
Me xwest yekîtiya pîşeyê (45 şirket bi hev re) saz bikin, lê me ji Wezareta Çandê civan jî negirt. Digel ku sê yekîtiyên pîşeyê hene jî lê civan nedan me û bi hin cureyan astengî derxistin pêşiya me. Me yekîtî saz bikira dê rewş gelek cuda ba, bi taybetî li Herêmê dê 'mafê telîfê çi ye' bihata fêmkirin û dê ev pêşbiketa. Yekîtiyên pîşeyê yên din li hemêrê di warê kirina xebatê ya li Herêmê de zehmetî dikişînin yan jî qîmetê nadin xebateke wisa. Hasan Saltik gotiye "Divê wezaret alîkariyê bide sazkarên muzîka etnîk". Me alîkariya wezaretê nedîtiye, em dikin bibêjin "Bila astengî dernexe bes e." Lewra carinan dosyayên ji bo derxistina albumê ku em didin Midûriyeta Çandê ya Stenbolê bi heman li wê derê tê rawestandin.
Ji bo helwesta feresata fermî ya li hemberî muzîka kurdî bê fêmkirin ez du mînakan bidim: Di çarçoveya çalakiyên Paytexta Çandê Stenbolê de bi dehan konserên muzîkê hatin lidar xistin. Di nav konserên hemû zimanan de asta muzîka kurdî sedî 0.05 jî nebû. Lê li Tirkiyeyê 20 mîlyon li Stenbolê jî 3 mîlyon kurd hene. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê "Şahiyên Remezanê" li dar dixe, li bajarên din jî çalakiyên bi vî rengî li dar dikevin. Di nav van çalakiyan de muzîka bi kurdî nîn e. Bi ya we kurd di meha Remezanê de rojiyê nagirin? Nijadperestî û yekparêzî li Îslam û Tirk-Îslamê kirine. Navê vê yekê yê din asîmîlasyona çandî ye.
Digel ku di rewşeke wisa de pêşketina muzîka bi kurdî zehmet be jî muzîka kurdî her xwe pêş dixe.
Bi giştî 35 hunermendên me ji demên cihê ve di girtîgehê de ne. Dozên der barê bi dehan hunermendên me de didomin (van mirovan tenê karê muzîkê kiriye). Hejmara hunermendên ji ber cezayan welat terk kirine bi dehan e. Niha 18 hevalên me girtî ne. Yanê bi gotina hûn fêm bikin li eniya me tiştek guherîbe nîn e. Ji ber ku kurdî xwedî kok û mîrateyeke xurt e nikarin wê têk bibin.
Divê hemû qedexe û astengiyên li ber hemû zimanan rabin; û fikir û felsefeya "gerdûnîbûna muzîkê" bibe serdest. Hasan Saltik bal kişandiye ser mijareke baş û nîqaşeke xweş daye dest pê kirin.
*Kandıra 1 nolu F Tipi Cezaevi
Ozgur Gundem, 12.03.2012
Werger: Cemil Oguz