Diyarname
Stranbêja navdar Beyonce, ji bo Kamala Harris di hilbijartinê de bikar bîne 4 milyon dolar diyarî da wê.
Cîgira Serokdewletê DYA'yê Kamala Harris ji bo Serokdewletiya DYA'yê li ser navê Demokratan bû berendam.
Li DYA'yê berendam ji bo di kampanyaya xwe de bikar bînin kampanyaya alîkariyê didin dest pê kirin. Hin kes jî raste rast piştgirî didin berendamên ku jê hez dikin. Hunermenda xelatgira Grammy Beyonce ji bo piştgiriya Harris dest avêt bêrîkê û pereyeke gelke mezin da: 4 milyon dolar. Li aliyê din Beyonce gotiye di çalakiyeke Harris de jî derkeve ser dikê û ji bo vê yekê dê dernameya xwe saz bike.
Li aliyê dir Beyonce eşkere kiriyeku Harris dikare strana wê "Freedom" di kampanyayê de bikar bîne.
HUNERMENDÊN PIŞTGIRî DIDIN
Heta niha George Clooney, Jamie Lee Curtis, Mark Ruffalo, Mandy Moore, Octivia Spencer, John Legend, Barbra Streisand, Taylor Swift, Ariane Grande, Katy Perry jî têde gelek hunermendî piştgiriya xwe ji bo Harris eşkere kiriye. Li aliyê din Serokdewletê berê yê DYA'yê Brack Obama û jina wî Michelle Obama jî piştgiriya xwe eşkere kiriye.