Bûbê Eser
Li bakurê welatê me û li Tirkiyeyê di navbera salên 70 û 80'yî de xebatên welatparêz û ÅŸoreÅŸgerên kurd bi awayekî çalak dihatin kirin. Her kes û partiyan ji dil kar û xebat dikirin da ku rojekê berî rojekê welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin. Di nava wê kefûleftê de hin welatparêz û ÅŸoreÅŸger ji ber xebatên xwe yên ÅŸoreÅŸgerî dihatin û hatin girtin. Gelekan ji wan zehmetiyên nedîtî dîtin. ÎÅŸkenceyên bêhempa li wan hate kirin. Gelek ji kesên wiha ketin zindanan. PiÅŸtre jî 12'ê Îlona 1980'yî bi ser me de hat û darbeya leÅŸkerî êdî bê serûber kes digirtin. Lêdan û îÅŸkence bi wan dikirin. Hin kuÅŸtin, hin jî seqet hiÅŸtin. Hin bi ciwanî ketin zîndanan û bi porê spî derketin. Hin jî ji ber wê xezeba 12'ê Îlonê anîbû, xwe nedan dest û reviyan. Ji mecbûrî li Ewropa û li hin welatên din bi cih û war bûn. Ev kesana bêtirên wan ji nifÅŸê salên dawiya 60 û destpêka salên 70'yî heta sala 1980'yî bûn.
Ji bilî hin îstisnayan nifÅŸê salên 70 hemû çalak bûn, durustbûn û tenê berjewendiya welatê xwe û azadiya wî difikirîn. Loma jî bê qeyd û ÅŸert tim karê xwe dikirin. Lê çi mixabin piraniya vî nifÅŸê ji ber wê xezeba 12'ê Îlonê welatê xwe terikandin. Lê dîsa ji van camêran gelekan li gor hêz û teqatên xwe, li gor zanîn û têgihiÅŸtina xwe li Ewropa jî vala nesekînin. Ji bona fêrbûna zimanê xwe yê ÅŸêrîn dest bi xebatê kirin. Kovar û rojnameyên bi zimanê dayikê derxistin. Hêdî hêdî dest bi nivîsandina çîrok, helbet û romanên kurdî kirin. Kombûn, sohbet, ÅŸîn û ÅŸahiyên xwe bi zimanê xwe kirin. Bi vê yekê ziman bi pêÅŸve xistin. Lê tim jî rexneyên giran ji welêt ji bona van kesên me dihat kirin û digot in: ”We welat di nava êgir de hiÅŸt û hûn hemû reviyan. Ka hûn çi dikin, çima nayên. Hûn tirsiyan û kesên tirsonek jî sîngê boz nabînin û hwd.” Elbet van gotinan ji bona me ne rehet bûn. Lê...
Kesên me yên siyasî yên bi kuçe û kolanên Ewropa ketibûn, li gor xwe xebat kirin, gelekan ji wan jî di hin waran de xwe gîhandin. Zanyariyên xwe zêde kirin. Fêrî siyaseta rast û durust bûn. Tê gihiÅŸtin ku azadiya welatan divê li gor ÅŸertên wî bibe. Fêm kirin ku bi reçeteyên hazir welat azad nabe. Û fêr bûn ku divê hin ji wan li welêt vegerin da ku xebata rast û li gor berjewendiya gel bidin meÅŸandin. Loma jî dema hinan derfetên vegerê dîtin, xwestin piÅŸtî demek dirêj li welatê xwe vegerin. Van zanîn û têgihiÅŸtinên xwe bide yên welêt. Lê yên li welat digot in; ”Hûn bi salan li Ewropa mane, êdî hûn nikarin li gor ÅŸertên welêt tevbigerin”. Rastî jî digotin ji ber ku gelek guherandin pêk hatibûn. Loma jî kesên li welêt, mayîna kesên li Ewropa li ciyên wan baÅŸtir dîtin. Li gor vê jî em jî xebatên welêt bêpar man û me her xwest em li Ewropa karê xwe bikin û piÅŸtgiriya birayê xwe ve rabin. Ji xwe wan jî wiha dixwest in. An jî rastî ev bû. Em man li Ewropa. Lê vê carê gelek braderan em weke fabrîqeya ku pereyan çê dike, dîtin. Tim pere xwestin, dema te nikarîbû biÅŸanda jî tu gunehbar dihatî dîtin. Lê me dîsa her xebat dikirin…
Me dît ku hevalên li welêt ji me û li welêt siyasetkirina me ne razî ne. Me êdî xwe li Ewropa bêtir bi zimên ve mijûl kir. Hêdî hêdî nivîskarên me li Ewropa peyde bûn, derketin û nivîsandin. Di destpêkê de her çiqasî me zimanekî zeîf jî bi kar dianîn, lê wir de vir de ziman û berhemên xurt hatin afirandin. Di destpêkê de ji ber mecal tune bû, me berhemên xwe li Ewropa didan çapê û belav dikir. Gelek berhemên nivîskarên me bi alîkariya hin dewletên Ewropa jî hatin çapkirin. Yanî ji bona çapên pirtûkên kurdî hema hema zerarên maddî nedibûn. Lê her ku berhemeke me derdiket, kes, nas û dostên welêt jî kêfxweÅŸ dibûn û dixwestin wê bi dest bixin. Me bi riya postê pirtûkên xwe diÅŸandin welêt, lê ev him gelek biha him jî dikarî bû ji kesên ku pirtûk jê re dihare hin rîsk peyde bike.
PiÅŸtî ku derfetên çapkirina pirtûkên kurdî li welêt peyde bûn. Loma me xwest ku em berhemên xwe li welêt bidin weÅŸandin da ku nas û dostên me jî bi xebatên me bizanibin, berhemên me bibînin, bixwînin. Loma me bi weÅŸanxanên kurdan ên li Tirkiyeyê re têkilî danîn da ku em berhemên xwe li welatê xwe yê ÅŸêrîn bidin weÅŸandin. Gelekan ji me bi xwediyên weÅŸanxanan re têkilî danî ku berhemên me bidin weÅŸandin. Hemûyan an jî yên me têkilî bi wan re danîn, digot in: ”Çapkirina hemû berhemên kurdî zerar in. Ji ber ku nayên firotin. Hûn li Ewropa ne îmkanên we baÅŸ in. Eger hûn hin alîkarî bikin em ê bi vî karî re rabin” Me jî got baÅŸ e, çima na. Madem rewÅŸa pirtûkên kurdî li welêt xerab in. Em hin alîkarî bikin da ku li wir berhemên kurdî zê de bibin. Gelekan ji me ev kirin, dikin û wê bikin jî. Alîkarî baÅŸ e ku mirov pîbarî hev rabin. Hin weÅŸanxane jî perên me xwarin bê ku berhemêm me çap bikin an jî hinan ji me re biÅŸînin.
Lê îcar hevalên nivîskarên welêt, me rexne dikin û dibêjin: "Nivîskarên li Ewropa yên kurd, weÅŸanxanên li welêt hemû fêrî peran kirine. Loma êdî em nikarin bi rehetî pirtûkên xwe bidin weÅŸandin”. Ev jî rast e, wiha ye û camêran bi heq in. Ji ber ku carinan egerên baÅŸ dibin sedemên xerabiyan. Lê ka em çi bikin? Eger em peran nedin wê berhemên me li welêt neyên weÅŸandin. Em didin îcar birayên me yên nivîskar me rexne dikin. Gelo em dikarin bi hevre çareseriyeke çawa ji vê re bibînin? Ez bi xwe nema dizanim. TiÅŸtê diyar ew e, em ew kesên ji nifê 70'yî ne ji her tiÅŸtekî bêpar mane. Em çi dikin em û civata me ya li welêt li hev nakin ango perçên me hev nagire.
Me xortaniya xwe nedît. Em bi evîna dilê xwe nejiyan. Gelek ji me di temênê mezin de zewicîn. Zarokên wan weke nebiyên wan in. Gelekan ji wan mirina bav, dê û mirovên xwe nedîtin, di taziya wan de rûneniÅŸtin. Çenek ax ne avêtin ser mezelê wan. Zêde yî 20 salan e ku bi hesreta welêt dijîn. Ji ber xebatên xwe yên siyasî û çandî li Ewropa jî nebûn xwedî pere. Dîsa jar û hustuxwar man. Hûn ya rastî bixwazin hemû êÅŸ, cefa û kedên nedîtî, kesên me yên ji nivÅŸê salên 70'ê dîtin û dibînin. Ev hîn jî nehatiye fêm kirin ya jî hin naxewazin vê bizanibin. Tenê bi çavên ku em weke kûpên peran in lê me dinêrin…
Lê ka em çi bikin? Li gor min divê em ji xebatê sar nebin û karê xwe li gor zanîn û têgihiÅŸtinên xwe bikin, berhemên xwe biafirînin. Van xebatana wê di avê de neçin. Eger îro qîmet û rûmeta me tune be jî xem nake, sibê wê bibe. Ya girîng divê em rûmeta karê xwe yên me kirine bigirin û xwedî li kedên xwe derkevin.