Diyarname
Rêxistina ETA’yê ev nêzî 40 salan e li Spanyayê ji bo serxwebûna welatê Baskê têdikoşe, lê niha bi biryarekê dest ji çekan berda.
ETA’yê di daxuyaniya ku ji bo BBC’yê şand de got ku wan êdî dest ji têkoşîna çekdarî berdaye û banga diyalogê li hikumetên Spanya û Fransayê kir.
Hefteya borî nûnerên navnetewî yên aştîxwaz li San Sebastianê di konferansekê de hatibûn ba hev û ji bo çekberdanê bang li ETA'yê kiribûn.
ETA’yê meha rêbendana îsal de agirbest îlan kiribû lê hikûmeta Spanyayê ji ETA’yê xwestibû ku xwe bi temamî fesh bike, çek û hemû endamên xwe radestê Spanyayê bike.
43 sal in di navbera Spanya û ETA’yê de şer diqewimin. Di çalakiyên ETA'yê de heta îro 829 kesî jiyana xwe ji dest dane.


