Diyarname
Piştî çalakiya li Culemêrgê çapemeniya tirk aliyên xwe yên nijadperest nîşan da. Lê di nav hemû rojnameyên rojane yên li Tirkiyeyê weşanê dikin de manşeta herî baş rojnameya çepgirt Birgunê nivîsî.
Rojnameya Birgunê rûpela pêşî hemû ji bo vê sernavê "Tekane rê aştî" veqetand û di binî de jî paragrafeke tenê nivîsî: "Êdî bila bes be! Bila çek rawestin... Nexwe di nav vê deryaya xwînê de em hemû emê bixeniqin."


