Diyarname
Îsal du kes wekî Xelatgirê Nobelê yê Wêjeyê yên sala 2018 û 2019'an hatin eşkere kirin. Ji bo sala 2018'an nivÎskara ji Polonyayê Olga Tokarczuk ji bo sala 2019'an jî nivîskarê ji Avusturyayê Peter Handke hat eşkere kirin.
Akademiyê nivîskar Hanke bi gotina "di xebata xwe de bi hostatiya zimanzanistiyê taybetiyên ceribîniyê mirovan" xelat heq kiriye. Ji bo Tokarczuk jî gotine "bi azweriya ansîklopedîk sînorên hêza xeyalên xwe derbas kiriye."
Xelatgir dê 910 hezar dolar wekî xelat bigirin.
Akademiya Swêdê ku Xelata Nobelê ya Wêjeyê eşkere dike par ji ber skanla êrîşa cinsî ku derketibû holê û ji ber vê hin îstîfa hatibûn kirine xelat belav nekiribû û hiştibû îsal. Akademiyê gotibû sala bê ewê yên du salan bi hev re eşkere bikin.
Nûçeyên Eleqedar: