Diyarname
Hunermend Gulbahar Kavcu, Harun Elkî û Tara Mamedova par bi hev re klîbek kişandibû û niha yeka din lê zêde kirin: "Meşk".
"Meşk" straneke kevn e. Heta niha Eyaz Yûsûf, Tehsîn Teha, Mihemed Arifê Cizîrî strabûn û niha ew stran careke din derket ser dikê; vê carê bi dengê Tara Mamedova, Gulbahar Kavcu û Harun Elkî. Van her sê hunermendan par strana "Gule Zerê" strabûn û klîb jêre kişandibûn. Stran hatibûn hezkirin û ecibandin. Ew, vê carê bi klîba "Meşk" li pêşberî muzîkhezên kurdî ne. Her sê hunermendan deng û rih dane stranê û klîb jêre kişandine. Derhêneriya klîbê Erkan Eryîgît kiriye. Klîb yekem car îro bi ser hesabê Youtube yê Red Muzîkê re hat belavkirin. Em klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin. Kerem bikin:


