Diyarname
12'emîn Hevdîtina Sînema û Dîrokê îsal 9'ê mehê bi şeveke li Cemal Reşit Reyê dest pê dike. Di merasimê de dê xelata rûmetê bidin İdil Biret, Semavi Eyice û Zeki Demirkubuz.
Hevdîtina Sînema û Dîrokê îsal 12'emîn car li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 11-17'ê vê mehê de li dar dikeve. Di vê festîvalê de her sal bi dehan belgefîlmên li ser dîrokê derdikevin pêşberî temaşevanan. Festîval îsal dê li Cemal Reşid Rey bi merasimeke dest pê bike. Di şevê de wê belgefîlmê Eytan İpeker ê bi navê "İdil Biret: Tiliyên Mucîzevî yên li Piyanoyê" bê nîşandayîn.
Festîvala îsal dê bi fîlmê "Amelia" perdeyên xwe veke. Fîlmê ku serlîstikvaniya wê Hillary Swank, Richard Gere û Ewan Mcgregor kiriye li Tirkiyeyê yekem car dê di Hevdîtina Sînema Dîrokê de bê nîşandayîn. Fîlmê ku di Festîvala Fîlman a Hollywoodê ya 2009'an de Hilary Swank pê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt li ser Ameliaya ku di sala 1937'an de winda bûye ye. Hilary Swank di rola Amelia de dilîze.
Îsal festîval di bin navê "Hevdîtina Çandê Ewropayê û Stenbolê" de tê li dar xistin. Di festîvalê de, di bin beşên wekî "Kifşên nû", "Ji festîvalên dinyayê", "Mafên Mirovan" û "Şahidiya Perdeya Spî: Nêrîneke li Sînemaya Polanyayê" de fîlm bêne nîşandayîn.
Festîvala ku fîlmên wê dê li Navenda Çanda Fransiz û Sînemaya Alkazarê bêne nîşandayî, buhaya bilêtên fîlman 4 û 5 TL ye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.