Diyarname
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên li ser pirtûkxaneyên li Tirkiyeyê weşand. Li gor îstatîstîkên TUÎK'ê yên sala sala 2014'an li Tirkiyeyê bi giştî 29 hezar û 629 (pirtûkxaneyên zanîngehan, dibistanan û yên gel jî têde) hene. Ji van yek jê pirtûkxaneya neteweyî, bi giştî hezar û 121 pirtûkxaneyên gel hene. Yên zanîngehan 559 heb pirtûkxaneyên wan hene.
Yê Pirtûkxaneya Neteweyî 28 hezar û 356 endamên wê hene, yê pirtûkxaneyên gel mîlyonek û 209 hezar û 766 endamên wan hene û yê zanîngehan jî 3 mîlyon û 870 hezar û 112 endamên wan ên qeydkirî hene.
Wekî notek: Heta van salên dawî piraniya pirtûkxaneyên gel ji aliyê dewletê ve hatibûn vekirin, lê di van salên dawî de hin şaredariyên kurdan jî dest avêtine vekirina pirtûkxaneyan. Ji van pirtûkxaneya herî mezin Pirtûkxaneya Mehmet Uzun e ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vekiribû. Di pirtûkxaneyên de bi ser 10 hezar3i re pirtûk hene. Her wiha Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî ku li Weqfa Beşîkçî ya li Stenbolê ye jî xwedî beşek mezin a pirtûk û cildên weşanên cur bi cur e.


