Diyarname
Derhênerê fransiz Jean Delannoy di 100 saliya xwe de xatir ji vê dinê xwest.
Derhêner Delannoy di sala 1946'an de li Festîvala Cannesê xelata mezin girtibû û bi vê yekê navdar bûbû. Derhêner di 18'ê mehê de li mala xwe mir.
Delannoy ku di heman demê de hezkiriyekî wêjeyê bû di sala 1943'yan de bi nivîskarê fransiz Jean Cocteau re hat cem hev, bi hev re xebitîn û derhêner dûre ji gelek romanên klasîk fîlm kişand.
Derhêner Delannoy ku romana navdar a Victor Hugo "Notre Dame de Paris" di sala 1956'an de kir fîlm ji aliyê derhênerên pêla nû Godard, Chabrol û Truffaut ve hate rexnekirin, wan henekê xwe pê kirin.


