Diyarname
Heyeta HDP'ê ku di nav de mebûsên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Mahmut Togrul jî hebûn çûn Başûr û dest bi hevdîtinan kirin. Heyet îro pêşî ligel Tevgera Goran ha ba hev û dûre jî ligel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Qubad Telebanî hat ba hev. Heyet piştî hevdîtinê çû cem gora Celal Talabanî ya li Girê Dabaşan a li Silêmanî. Beştaş gul danî ser gora Talabanî, ew bibîr anî û got: "Mam Celal ji bo yekîtiya neteweyî gelek ked da. Em Mam Celalî bi hurmet bibîr tînin. Emê li ser rêya Mam Celal a neteweyî bimeşin."
Heyeta HDP'ê dê hevdîtinên xwe yên li Başûr bidomîne.