Diyarname
Encama Bûrsa Doktorayê ya Perihan-Tarik Ziya Ekinci ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve tê dayîn hat eşkere kirin. Melkan Bulbul dê bûrsê bigire.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî du salan carek dê bûrsê li ser navê Perîhan û Tarik Ziya Ekîncî bide. Di encama serîlêdanên hatibûn kirin de lijneyê nirxandina xwe kir û Melkan Bulbul hêjayî dayîna bûrsê dîtin. Weqfê sipasiya lijneyê û beşdaran kir û encama bûrsê eşkere kir. Melkan Bulbul ku li Zanîngeha Hunerên Bedaw a Mîmar Sînanê bi mijara “Dîroka Têgiha Şehadetê di Kurdî de: Wate, Bikaranîn û Veguherîna Bandora Têgiha Şehadetê (1850-1950)” doktoraya xwe didomîne hêjayî bûrsê hat dîtin.


