Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê fûara pirtûkan a herî mezin Fûara Pirtûkan a Stenbolê ye ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin. Wekî salên din îsal jî piraniya weşanxaneyên kurdan beşdarî fûarê dibin. Lê mixabin hinên par hebûn îsal nîn in, hin weşanxaneyên kurdan ên nû jî cihê xwe di fûarê de girtine.
Di fûarê de weşanxaneyên kurdan jî têde li dor 650 weşanxane û saziyên sivîl standê vedikin. 32'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê îsal di navbera 2-10'ê meha sermawezê bi diruşma "Dîrok: Pêşeroja di paşerojê de" li dar dikeve. Îsal mêvanê rûmetê yê fûarê dîroknivîskar Tamer Timur e. Welatê mêvan jî Çîn e. Di vê çarçoveyê de Çîn bi wêje û çanda xwe dê bibe mêvanê Stenbolê. Ligel weşanxaneyên Çînê, nivîskarên navdar ên Çînê jî dê di fûarê de bibin mêvan.
Salonên ku weşanxaneyên kurdan lêne
Di nav weşanxaneyên kurdan de Weşanên Aram (Salon 2, no 105 C), Weşanên Avesta (Salon 2, No 211 A), Weşanên Lîs (Salon 2, No 606 E), Weşanên Ava (salon 2, no 606 F), Weşanên Nûbihar (Salon 2, No 608 C) beşdar dibin.
Her wiha Weşanêr Ar (Salon 10, No 105 C) û Weşanên J&J (Salon 10, No 304 D) yekem car beşdarî fûarê dibin.
Dîsa weşanxaneye nû ya kurdan bi navê "Peywend" jî beşdar dibe. Peywend ku Davut Rêbiwar jî yek ji xwediyên wê ye, nû hatiye avakirin. Dawûd Rêbiwar ku di heman demê de xwediyê Kovara Kurt Tarihi ye, weşanxaneya Peywend û Kurt Tarihi li heman standê (Salon 10, No: 105 B) beşdarî fûarê dibin.
Her wiha Weşanên Evrensel (Salon 3, No: 311A) ku ne weşanxaneyeke kurd e lê bi kurdî jî weşanê dike cihê xwe di fûarê de digire. Weşanên Evrensel digel pirtûkên bi kurdî, kovara Tîrojê jî bi kurdî û tirkî derdixe.
Saziyên sivîl ên kurd û yên din
Ji saziyên sivîl ên kurd Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (Salon 4, No: 113) jî dê li fûarê standê veke. Di nav gelek saziyên sivîl de yên ku standê vedikin Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê, Navenda PEN'a Tirkiyeyê, Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê jî heye.
Di fûarê de îsal de wê li dor 300 çalakî lidar bikevin û bi sedan nivîskar pirtûkên xew ji bo xwendevanên xwe îmze bikin. Di heman demê de 23'yemîn Fûara Hunerê ya Stenbolê-ARTÎST jî ligel fûara pirtûkan li dar dikeve.
Fûar her roj nava hefteyê di navbera saetên 10.00-19.00'an de dê vekirî be, lê dawiya hefteyê di navbera saetên 10.00-20.00'an ed vekirî be. Roja dawî dê saet 19.00'an de bê girtin.
Li Stenbolê yên bixwazin dikarin bi Metrobusê heta fûarê herin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Di TUYAP'a Stenbolê a îsal de çalakiyên kurdan
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê hêdî hêdî tê
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
REKLAM:



