Diyarname
Li ser jiyana Prenses Diana bi navê "Spencer" fîlmekî hat kiÅŸandin. Derhêneriya fîlmî Pablo Larrain kiriye û rola Diana lîstikvan Kristen Stewart girtiye ser milên xwe. Ligel wê Jack Farthing, Sean Harris jî têde dilîzin. Senaryoya fîlm ji aliyê Steven Knight ve hatiye nivîsandin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin li DYA û EWropayê 5'ê meha sermawezê dê fîlm bikeve vîzyonê. Her wiha li Tirkiyeyê jî dê 12'yê mehê bê nîÅŸandayîn.
Fîlm li ser jiyana Prenses Diana, zewaca ligel Pre8ns Charles û heta zewacê hatiye kiÅŸandin.
Derhênerê fîlmî ji bo Deadlineê wisa gotiye: "Dema kesek biryarê bide bêje ezê dest ji qralîçetî berdim û herim bibe serbixwe ev biryareke mezin e. Çîroka mezin ser û bino dibe. Li hember biryareke wisa ez her ÅŸaÅŸ bûme û min gotiye ev tiÅŸtek zehmet e. TiÅŸtê fîlmî tîne ziman ev e."
Kurtejiyana Prenses Diana
Prenses Diana di sala 1961'ê de li Sandringham a Qraliyeta Yekbûyî hatiye dinê. Di sala 1981'ê de ligel Prens Charles dizewice. Di gelawêja 1996'an de ji mêre xwe vediqete. Di 31'ê gelawêja 1997'an de di qezaya trafîkê de dimire. Prenses Diana ji wê rojê de her li rojevê bûye. Heta niha li ser wê hin fîlm û belgefîlm hatibûn kiÅŸandin, niha fîlmekî din li wan hat zêdekirin.