• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Em çima ne pîþesaz in?

Dîrok : 30 07 2021 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Em civateke rêncber in. Pîþesazî layîqî me ye. Û em dikarin vî gewherî zeft bikin. Wekî tê zanîn warê kurdan rengîn e. Çiyayên bilind, gelî û newalên kûr, deþtên bêsînor, avzêyên çem û rûbaran kar û barekî hêja û girîng daye ser milê me kurdan. Ji bo her cure sewalvaniyê cih û warên zengîn hene. Her wiha ji bo çandiniya dexl û dan, bax û bostan û dar û beran jî derfetên bêhempa hene.

Kal û bavên me jîr û jêhatî bûn. Bi destekî di navbera deþt û zozan de koç kirine û xwedîkirina sewalan re þev û roja xwe derbas kirine. Bi destekê jî di nav zevî, bax û bostanan de keda dest û milan dane, xwêdana eniya xwe rijandine.

Jiyaneke du bineyî her gav bûye warê bicihbûnê. Geh konên zozanan, geh jî xaniyên gund li gor demsalan malovanî kiriye. Amûr û alavên her malê li gor xebatên zemîn û zeman ji hev cuda ne. Ji bo gund, zeviyan, bax û bostanan alav û amûrên cihêreng, cur bi cur ji hesinan, ji daran, ji bafunan, ji sîman û hwd. hatine çêkirin ku wekî hewcedariyên çandiniyê, cotkariyê xizmet dikin. Li hêla din jî ji bo pez dotinê, çêkirina mast, rûn, toraq, penêr û dîsa karê pezbirînê hilgirtina hiriyê, þûþtin, zuhakirin, þehkirin wê di ber re çêkirina kulavan, nivînan, rêstandin û darxistina tevnan, çêkirina xalîçe, carcim, kilîm û hwd. Bi jin û zarok, keç û xort, kal û pîr ango her kes li gor xwe beþdarî kar û xebatan dibin, wekî beþek hilberînê mijûlahiya xwe pêþkêþ dikin.

Civata me çawa li gor rengînî û cudahiya zemîn û erdê Kurdistanê karê xwe beþ dike, li gor demsalan jî par ve dike. Çawa biharê dest bi karê nû tê kirin, ango ji tov reþandinê, ji çandina fîdanan, ji derxistin û çêrandina karik û berxikan jiyaneke nû dest pê dike, mal, xanî, kon jî tên sererastkirin.

Havînê tov û berhemên reþandî êdî gîhîþtine, simbilên genim seridîne û bûne ber ku tê çandin, zevî tên çinîn, mal tê komkirin, berhem tê têkûz kirin.

Payîzê mal û berhemên çêkirî tên barkirin, hilberîn tê parvekirin, nivgeh, tewle, gom tên sazkirin, kadîn tên tijekirin, gîha tê lodkirin, rez tê civandin…

Zivistanê pez û dewar tê xweyîkirin, civat kom dibin, hal û naxil, sohbet û gotin, galegal û kêfxweþî, çîrok û cefen, dawet û govend çêdibin. Bi stran, gotin, serpêhatî û dersdayînê her kes xwe bi awayekî perwerde dike.

Niha em vegerin û jiyana kal û bavên xwe ji nû ve raçav bikin. Hem zeman û hem zemîn xebatê me dide kirin ku hem jî kar û barê kompleks, tevlihev û cihêreng e. Ev rewþ me ji þert û mercên gelên dereke an jî hawirdor cudatir dike. Merivên me ji yên çolê cudatir in. Û her wiha ji yên koçber, ên tenê li deþtan, ên tenê li bajaran, ên tenê bazirganiyê dikin jî, cudatir in. Gelê me çerxê û niçik û nikulên çerxê dizane, tevnê û darxistina xalîçeyan, sazkirina dem û dezgehan hîn bûye, dartraþî û hesinkariyê dike. Komkirin û bicihkirina bar û berheman hîn bûye. Ga û hespan ji bo bar û siwarbûnê bi kar tîne. Cot, gîsin û dezgehên dartraþî û hesinkariyê ava kiriye. Ev hemû hêmanên sazkirina kargeh û karxanayên pîþesaziyê ne. Civata me civateke xebatkar e. Û her beþ jî li gor þert û mercên xwe beþdarî xebatan dibe. Zarok, jin, mêr, xort, keç, kal û pîr her yek li gorî þert û mercên xwe beþdarî kar dibin. Yek jî li derveyî þixul nîn e. Bi vî awayî jî teþeyê pîþesaziyê bi çanda xwe ya hewce ye, li ber çavê me amade ye.

Lê mixabin em vê gavê ji vê rastiyê dûr in. Beramberî ku em niha li bajaran jî zêde ne û ji bo me derfetên xwe pêþkêþ kirine jî hewla me ya destpêkirina pîþesaziyê nîn e. Her çiqasî sermayedarên me yên xwedî fabrîke hene jî ne bes e. Ji ber ku zengîniya wan takekesî ye. Ya pêwîst cîvakîbûyîna gel, aborî, sermaye û kar ûxebatê ye. Her wiha xeta ji çandiniyê, cotkariyê û sewalvaniyê ya li deþt, zozan û çiyayan xwe negihandiye bajar ku bi riya kurd û kurdewariyê be. Me zanîn, ezmun û tecrûbeyên xwe yên welatê xwe, mîrateya bav û kalan di jiyana modern de bikar neanî. An jî me çanda gelê xwe sêwî hîþt û xwe radestî çandeke din, civateke din û jiyaneke din kir.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Hûn dikarin li van jî binêrin

Hela tu li vê tesadufê!

Hela tu li vê tesadufê!

07 08 2022

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroþ

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroþ

04 08 2022

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok...

28 07 2022

Dîroka bêlêkolîn

Dîroka bêlêkolîn

21 07 2022

Ev jî hene

YÊS hat ragihandin

YÊS hat ragihandin

06 02 2020

Kongreya Sûriyeya Demokratîk

Kongreya Sûriyeya Demokratîk

13 12 2015

Xwendingeha folklora kurdî; Hesen Zîrek

Xwendingeha folklora kurdî; Hesen Zîrek

29 06 2019

Ji bo bîranîna Mehmed Uzun

Ji bo bîranîna Mehmed Uzun

26 10 2018

ÇAND, EXLAQ Û ÞOREÞ(GERÎ)

ÇAND, EXLAQ Û ÞOREÞ(GERÎ)

19 01 2016

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname