Diyarname
Di lêkolînekê de derket holê ku xebatkarên jin dixwazin ji dêvala jinan patronê wan mêr bin. Her wiha ji jinan zêdetir ew dixwazin bi mêran re bixebitin.
Li Îngilistanê malpereke li ser jinan anketeke çêkir. Anket bi 2 hezar jinan re hate kirin. Di nav anketê de jinên ku dema xwe hemû didin kar jî, yên ku nîvdema xwe didin kar jî hene.
Di anketê de derket holê ku jin patronên mêr dixwazin. Gelek xebatkarên jin ku beşdarî anketê bûne di wê fikrê de ne ku mêr li ser kar zêdetir otorîter in û zêdetir zelal diaxivin; dîsa di warê çareserkirina kar de fikra wan ew e ku mêr ji hemcinsê wan zêdetir bi hêsanî kar çareser dikin, zêdetir xweşbîn in.
Jin dibêjin ku mêr zêdetir berxwedêr in, di warê temsîlkirina kargehê de jî mêr ji bo wan girîng e. Li gor jinên patron jî dijcînsê wan di warê biryar girtinê de serketîtir in.
Anketê mêr derxistiye ber ezmanan. Her wiha li ser jinên patron jî hin tehlîl kirine: Jin di kargehê de bi xebatkarên xwe re her mijarê bi rehetî diaxive, li ser jiyana wan a şexsî dibe xwedî fikir, li ser mijara hestiyar jî ji mêran zêdetir agahiyan bi dest dixe.
Sedema ku jin li nav kar li hev nakin jî wekî hesû hatiye nîşandayîn. Jin patrona xwe digire bin lêpirsînê û patronî lêyiqê wê nabîne, ji ber ku di wê fikrê de ye ku ew ji wê zêdetir dikare vî karî bike.
Li gor anketê sedî 63 jin diyar kiriye ku bi mêran re bixebite, sedî 37 xwestiye bi jinan re bixebite.


