Diyarname
Mirovekî li malpera ku firotina tiştan lê dibe bi 3 sterlînî qutiyekî kirî, lê ji qutiyê fîlmê Charli Chaplin ku nayê zanîn derket.
Fîlmê hat dîtin di qîmeta 40 hezar sterlîn de ye ku fîlmekî windabûyî yê Charlie Chaplin e.
Kesê qutî kirîbû kesek bi navê Morace Park e. Park dema di malperê de li tiştan dinêrî di nav tiştên kevnare de qutiyeke ku li ser "fîlmê kevn" hatiye nivîsîn bala wî kişandiye. Wî cih de ew qutî bi 3,20 sterlînî kiriye. Lê ji qutiyê fîlmê Charlie Chaplin derketiye û ew bi vê yekê şaş bûye. Park, berdewamiya mijarê wisa tîne ziman: "Têde 'Charlie Chaplin in Zepped' dinivîsand. Ez di Google de lê geriyam lê li ser fîlm min tu agahî bi rest nexist, lewma zêdetir ez ketim nav meraqê. Li ser vê yekê min ji John Dyer ku endamê berê yê Lijneya Belavkirina Cureyan e. Bi vî awayî min fêm kir ku tiştê min kiriye çiqas bi qîmet e."
Di fîlmê hatiye dîtin de fîlmê 7 deqîqeyî ye u bi 35 mm hatiye kişandin; naveroka wê jî li ser êrîşa zeplinê ye. Fîlmê ku tê texmînkirin li ser propagandaya Şerê Cîhanê yê 1'emîn e, balê dikişîne ser bombebarana hewayî ya Almanyayê ya li hemberî Îngilistanê.