HEWLÊR
Ji bo Kongreya Netewî gava yekemîn duh li Selahaddînê hat avêtin, biryar hat girtin ku heta mehekê lidar bikeve. Di civîna ji bo amadekariya kongreyê de hat destnîşankirin ku ji bo kongre bigihîje armanca xwe, divê hemû alî ji helwest û nêrînên partîtî û bîrdoziyê dûr bisekinin. Di encama civînê de ji hemû aliyan hat xwestin heta du rojan namzetên xwe yên ji bo komîteya amadekar eşkere bikin.
Ji bo lidarxistina 'Kongreya Neteweyî a Kurd’ nûnerên 39 saziyên civakî û partiyên siyasî li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin cem hev. Di civînê de biryar hat dayîn ku Kongreya Netewî di nava mehekê de bê lidarxistn û komîteyeke amadekar a ji 21 kesan bê avakirin.
Li gorî vê biryarê wê di vê komîteyê de ji bakurê Kurdistanê 6 û ji hersê parçeyên din jî her yek ji wan 5 nûner cih bigirin. Ji bo hemû alî namzetên xwe yên komîteya amadekar ya Kongreya Netewî a Kurd eşkere bikin du roj dem hate dayîn.
Di civîna duh de ev partî û rêxistin hebûn:
PKK
PDK
YNK
KCD
HDK - Îran
BDP
Encûmena Nîştimanî ya Kurd ya Sûriyê
Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê
HDK
KNK
PJAK
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Komela Îslamî ya Kurdistanê
Tevgera Goran
Partiya Komonîsta Kurdistanê
Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
Komeleya Mafên Mirovan li Bakur
Partiya Azadiya Kurdistanê
PSK
HAK–PAR
KSK
Partiya Serbixweyiya Kurdistanê
Tevgera Demokrata Jinên Kurdistanê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Komeleya Komonîsta Îranê
Grûba Diyaloga Dîcle û Firat
Partiya Azadî û Sosyalîzmê
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebata Kurdistana Îranê
MEYA–DER
Tevgera Îslamî ya Gel
KADEP
DDKD
PÇDK
Partiya Ayînde ya Kurdistanê
YNDK
PDK-Bakur
***
Nûçeya eleqedar: