Diyarname
Ajansa Karên Feza û Hewayî ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku dê roja duşemê li ser hîvê agahiyeke bi heyecan parve bike û wisa got: "Ev agahî ji bo hînbûna ilma hîvê,ji bo anîna ba hev a parçeyên dîroka berfireh a Pergala Rojê jî dê muhîm be."
Ev agahî wekî nûçe ji aliyê rojnameya Independent ve hat belavkirin. Li gor nûçeyê roja 26'ê mehê, yanê roja duşemê saet 19'an (Li gor saeta Tirkiyeyê) dê bi telekonferansê agahî bê parvekirin. Dîrektorê Beşa Astrofîzîk a NASA'yê Paul Hertz, her wiha dê Jacob Bleacher, Casey Honnivall û Naseem Rangwala jî beşdarî civînê bibin.
NASA plan dike ku di çarçoveya bernameya "Artemis" de di sala 2024'an de jin û mêrek astronot bişîne hîvê.