Diyarname
Di 5'emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokrat (DP) de îro Husamettin Cîndoruk hat hilbijartin.
Di kongreya DP'ê de Suleyman Soylu (wekî alîgirê Tansu Çiller tê zanin), Husamettin Cîndoruk (aligirê Suleyman Demirel) û Mehmet Ali Bayar ji bo serokatiya DP'ê bi hev re ketin qayişkêşanê.
Di her du tûrên pêşîn de kesek bi têra xwe deng negirtin. Di tûra sêyem de Cîndoruk ji 927 delegeyan 559 deng girt û bû Serokê Giştî yê DP'ê.
Her wiha di kongreyê de 50 kes ji bo Lijneya Îdarî ya Giştî, 70 kes jibo Lijneya Biryarên Navendî û 20 kes jî ji bo Lijneya Heysiyetê ya Bilind têne hilbijartin.
Armanca Cîndoruk ew e ku rastgiran bîne ba hev.
Husamettîn Cîndoruk kî ye?
Cîndoruk di sala 1933'yan de li Îzmîrê hatiye dinê, di 1954'an de Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê kuta kiriye.
Cîndoruk ji sala 1955'an ve parêzerî dike, di DP, AP, BTP, DYP'ê de kar kir.
Di 14'ê gulana 1985'an de wekî Serokê Giştî yê DYP'ê hat hilbijartin. Piştî ku qedexeya siyasetê ya Suleyman Demirel bi dawî bû, Cîndoruk ji serokatiyê îstîfa kir û cihê xwe ji bo Demirel hişt.
Ew di sala 1991'ê de bû mebûs û du serdeman ev kar dik, di heman demê de sala 1991'ê de ji bo Serokatiya Meclisê hat hilbijartin û du salan ev kar berdewam kir.