logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Costa-Gavrasî Yilmaz Guney bibîr anî

Derhênerê navdar Costa-Gavras ji bo Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de bigire li Stenbolê bû. Wî piştî xeyata xwe girt d

  • Dîrok: 07/04/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Derhênerê navdar Costa-Gavras ji bo Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de bigire li Stenbolê bû. Wî piştî xeyata xwe girt derhênerê navdar Yilmaz Guney jî bibîr anî û got: “Ew derhênerekî mezin bû.”

Derhêner, hostayê sînemaya polîtîk Costa-Gavras heta niha fîlmên wekî “Missing” (Winda” “Z”, “Eden is West” (Bihuşt li Rojava ye), “L’aveu” (Îtîraf), “L’état de siège” (Rewşa Awarte) kişandine û di fîlmên xwe de meseleya newekheviyê, binpêkirina mafên mirovan, faşîzm û hwd. girtine dest.

Ji Yewnanistanê ber bi Fransayê ve
Gavras bi eslê xwe ji Yewnanistanê ye. Ew, di ciwaniya xwe, di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li gundekî Yewnanistanê dijî. Ji ber bavê wî berxwedêr e, piştî bidawîbûna şer ‘ji ber komunîst e’ tê girtin. Ji ber vê rewşê nahêlin Gavras here zanîngehê, ew jî ji bo hiqûqê bixwîne di sala 1951’ê de diçe Fransayê, lê dest ji perwerdehiya xwe ber dide û diçe dibistana sînemayê IDHEC a li Parîsê. Gavra di fîlmê xwe yê bi navê “Bihuşt li Rojava ye” de qala koçberiyê dike ku karakterê Elias ê di fîlm de ew bi xwe ye, û qala van salên xwe yên hatina Fransayê dike.

Tevî Guney xelata Palmiye girt
Costa-Gavras cîgiriya derhêner Rene Clair dike û bi vê yekê dest bi sînemayê dike. Di sala 1965’an de “Compartiment Tueurs” (Vagona Kuştinê) dikişîne û êdî ji ser kursiya derhêneriyê ranabe. Gavras di sala 1982’yan de bi fîlmê xwe “Winda” (Missing) digel Yilmaz Guney xelata Palmiyeya Zêrîn digire û bi vî awayî hevaltiya wî ya bi Guney re jî çêdibe ku ew hê jî her Guney bibîr tîne.
Derhêner Costa-Gavras heta niha di jiyana xwe de gelek xelat girtine û bi fîlmê xwe “Winda” xeyata Oscarê ya “Senaryoya Herî Serketî ya Lêanînê” jî girtibû. Gavras vê carê ji bo girtina Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hat Stenbolê û rojeke têrtije derbas kir.

Roja  7’ê adarê fîlmê Gavras ê nû “Kapîtal” li Salona Atlasê saet 13.30’yan de hat nîşandayîn. Berî nîşandayîna fîlm Gavras xelata xwe ji destê Dîrektora Festîvala Stenbolê Azize Tan girt.

Li Stenbolê beşdarî çalakiyê bû
Gavras got ku ji ber ew dibîne Festîvala Stenbolê karên baş dike ew kêfxweş e û wisa got: “Gelek fîlmên ku ji bilî di nava festîvalê de li ciheke din derfet tune ne em bibînin hene. Ji bo vê yekê festîval girîng e. Em jî bi saya festîvalê hev dibînin. Ji Tirkiyeyê hindik fîlm tên Fransayê. Fîlm dan û standineke navçandan e. Emê li fîlmên we, hûnê li fîlmên me temaşe bikin. Bi vî awayî emê hev nas bikin. Ji bo fîlmên wisa gelek dewlet piştgirî bide fîlman. Li Fransayê dewlet piştgiriyê dide fîlman, em wisa fîlman çêdikin.”
Costa-Gavras got ku fîlm ji bo hevnaskirina hev amûrekê ne û wisa dom kir: “Bi saya fîlman em ehv nas dikin û rê didin aştiyê. Bi fîlman em fikrên tûj ji xwe dûr dixin.”
Her wiha derhêner Costa-Gavras qala Yilmaz Guney jî kir, ew bibîr anî û got: “Ew derhênerekî gelek mezin bû.”

Roja Gavras bi vê xilas nebû. Piştî vê xelatgirtinê çû beşdarî çalakiya sînemageran a ji bo sînemaya Emekê bû û piştgiriya xwe nîşan da. Gavras di çalakiyê de axivî û wisa got: “Xirakirina sînemaya Emekê xetayeke dîrokî, xetayeke civakî ye. Fikra min ew e ku ev sînema gere bijî.”

Fîlmê wî yê dawî "Kapîtal"
Piştî çalakiyê jî Gavras çû Ak Sanatê û li vê derê beşdarî “dersdayîna sînemayê” bû. Moderatoriya gotûbêjê rexnegira sînemayê Alin Taşçiyan kir. Gelek eleqe ji bo gotûbêja Gavras hebû ku li salonê cihê rûniştinê nemabûn û gelek kes jî li ser piyan man. Gavras, li ser sînemaya xwe, li ser sînemagerî du saetan bersivan pirsên beşdaran da.
Fîlmê wî yê dawî “Kapîtal” di çarçoveya festîvalê de cara dawî roja 8’ê adarê, dê saet 21.30 de li Sînemaya Rexxê bê nîşandayîn. “Kapîtal” ji fîlmên Stephane Osmont girtiye û kişandiye. Di fîlm de qala çîroka Marc Tourneuil dike ku kes nikare pêşî lê bigire û ew dibe Serokê Rêveberiya Bankeya herî mezin a Ewropayê. Fîlm rexneyê li vê pergala bankesaziyê û fînansê dike.

Foto: Cemil Oguz


Costa-Gavras xelata xwe ji destê Dîrektora Festîvalê Azize Tan girt.

 

 

 

 

 

 

 

 

Li her derê eleqeyeke mezin ji bo Costa-Gavras hebû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Xelata Oscarê jî di nav de heta niha wî bi fîlmên xwe gelek xelat girtine.

 

 

 

 

 

 

 

 

- Sînemagerên navdar dersên sînemayê didin

- Di Festîvalê de fîlmên kurdî

- Festîvala Stenbolê deriyên xwe vekir

- Festîvala Fîlman a Stenbolê bi ser 200'î re fîlmî pêşkêş dike

- Di afîşê de îmzeya navdaran

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû

 

 

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: 'Hey lê lê'

ad

Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû

ad

Bi pereyên talanê xaniyên kurdan dikirin

ad

Yunus jî mir...

ad

QADIRO

ad

Azadiya Welat jî girtin (Deqeya dawî)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname