Batman
Rêxistina BDP'ê ya Batmanê îro di çarçoveya projeya "Jiyana du zimanî" de tabelaya partiya xwe ya bi kurdî û tirkî daliqand lê li ser biryara dozgeriyê polîsan tabela daxist.
Rêxistina BDP'ê ya Batmanê nîvrokî tabelaya partiyê ya bi tirkî guherand û ji dêvla wê ve tabelaya bi tirkî û kurdî ya ku li ser "BDP Batman İl Başkanligi" û "Partiya Aştî û Demokrasiyê Serokiya Bajêr ya Elihê" nivîsandibû daliqand. Lê Dozgeriya Komarê ya Batmanê biryara daxistina tabelayê da. Li ser vê yekê polîs erebeya TADAŞ'ê hatin ber avahiyê û tabela daxistin.
Di navbera polîs û rêveberên BDP'ê de nîqaş pêk hat lê encam neguherî û tabela daxistin.
Wekîlê Şaredarê Batmanê Serhat Temel, Hevserokên BDP'ê yên Bamanê Saadet Becerîklî û Şehymus Aslan û rêveberên partiyên bertek nîşanî biryarê dan.


