Diyarname
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha adarê pêşkêş kir. Di vê mehê de 4 bernameyên bi kurdî hene û çend jî bi tirkî.
Bernameya Wêjegeh Amedê 15'ê mehê bi "Folklora Kurdan" dest pê dike ku di bernameyê de Jêhat Rojhilat û Mîrad Bîlgîç dê bixivin. 20'ê mehê Omer Dilsoz û Seylan Şaşmaz dê li ser "4Kotra 4Çela" biaxivin ku Dilsoz bi vî navî kurtedemek berê romana xwe belav kiribû. 24'ê mehê jî H.Kovan Baqî û Xecê Daşxin dê li ser "Orok"ê biaivin ku bi heman navî romana Baqî kurtedemek berê derketibû.
Bernameya din a bi kurdî bi sernavê "Wezirê Eşo, Nivîskar û Rojnamegerê Wî Aliyê Erezê" li dar dikeve. Bername duyemîn bernameya "Rêzebernameyê Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê" ye. Di vê bernameyê de Mîdîa Wezîrê Eşo, Karîna Wezîrê Eşo, Letîfê Rostem û Salihê Kevirbirî hene.
Barname online li ser kanala youtube ya Wêjegeh Amedê re têne pêşkêşkirin