Lokman POLAT
”Bayê Cîlo” navê romana Mehmet Akdogan e. Jêrenavê romanê “Qedera jinên vî welatî hatibû û li deriyê wê dixist” e. Nav an jêrenavekî ew qas dirêj pêwîst nedikir û navên ew qas dirêj li romanan naqunce. Roman 164 rûpel e û ji nav Weşanên J&J’yê, li Amedê hatiye weşandin.
Mehmet Akdogan ji bajarê Şirnexê ye. Ew hem romanan û hem jî helbestan dinivîse. Roman ji sê beşan pêk tê û di dawiyê de helbesta sernavê wê “Gulê” ye bi dawî dibe. Hêj di rûpela yekem a destpêkê de du peyvên tirkî hene. Kurdiya van herdu peyvan jî hene, lê gelo çima nivîskar Mehmet Akdogan di şûna peyvên kurdî de, peyvên tirkî bikar aniye? Her du peyv ev in: “Tebîet” kurdiya wê “xweza” ye. Peyva din, “Îsyan” kurdiya wê ”serhildan” e. Di rûpelên din de jî hinek peyvên tirkî hene. Bi min pêwîst nake mirov di berhemê de peyvên tirkî bi kar bîne.
Di dawiya romanê de ferheng tune, xwezî hebûya. Hema di serî de peyva “şûndews” heye, şûndews çi ye? Hinek peyvên din û peyvên herêma Botanê jî di pirtûkê de hene ku mirov wateya wan nizane.
Di serî de taswîra gundeke navçeya Geverê tê kirin. Rewşa gund tê ravekirin. Hemû gundî ji eşîrekê ne. Dema Xidir û panzdeh kes çekên dewletê hildigrin û dibin cerdevan, di nav gund de dubendî, bêhizûrî dest pê dike.
SERÎLÊRAKIRINA GULÊ
Xidirê cerdevan dixwaze hemû gundiyan bike cerdevan ango bike parêzgerê gundan ku bi tirkî ji wan re “koy koruyucu” dibêjin. Hecî Osman li hember wî derdikeve û sîleyekê li bin guhên Xidir dixe. Leşkerên dewletê tên cerdevanên gund bi xwe re dibin operasyona li dijî çekdarên ku li çiyane bikujin. Di romanê de rewşa gundekî Şirnexê, zilm û zordariya dewletê ya li ser gundiyên kurd tê qalkirin. Rojek leşker têne gund, li gund hemû gundiyan li meydana gund dicivînin, fermandar ji wan re dibêje divê hûn bibin cerdevan. Fermandar li pisporê kalemêrî gund dixe, cerdevan Xidir jî ji bo ku diya wî li hemberî cerdewaniyê ye li diya xwe dixe. Diya wî û gundî li ser lêdana Xidirê cerdevan gelek diqehirin, li ber dikevin.
Di romanê de dayika Xidirê cerdevan Gulê lehengeke jin e, ew jineke ku li hember zilm û zordestiyê derdikeve û ji bo ku kurê wê bûye cerdevan tif dike rûyê kurê xwe û dibêje: “Tu ne kurê min î, kurê wekî te bila nebe. Tu dijmin î. Ji niha pê ve yan ez yan jî tu dê li vî gundî bijî. Qeşmerê pîs.”
Di beşa yekem a romanê de zilma dewletê ya li ser gundiyan, zilm û lêdana cerdevan Xidir ku li diya xwe dixe, berxwedana Gulê li hemberê leşker û cerdevanan, şerê ku Gulê li dij leşker û cerdevanan dike û kuştina Gulê tê qalkirin. Gulê bi keleşkofê heft leşkeran dikuje û kurê xwe Xidir û fermandarê artêşa hov birîndar dike û ew jî tê kuştin.
ÇÎROKA SARYA
Di beşa duyem a romanê de xirabkirina avahiyan, xaniyên gund û şewitandina gund tê qalkirin. Keçeke gundî ku navê wê Sarya ye, di dema pevçûna Gulê û leşkeran de birîndar dibe. Gundî Sarya dibin nexweşxaneya bajarê Wanê, li nexweşxaneyê wê ameliyat dikin û baş dibe. Û roman bi Sarya didome. Sarya li navçeya Geverê ye. Ew di mala mirovekî xwe de dimîne. Leşkerên dewletê şevek navçeyê didin ber guleyan, gelek kesên navçeyê dikujin û birîndar dikin. Roketek hawanê li maleke dikeve û tevahiya malbatê têne kuştin. Xelkê Geverê li hember zilma leşkeran û polîsan xwepêşandanekê pêk tînin. Bi kurtahî ev beş bi ravekirina zilma serdestan a li navçeya Geverê û berxwedana gel tê ravekirin.
ALIYÊ WÊJÎ QELS, ALIYÊ TASWÎRÊ XURT E
Di beşa sêyem a romanê de xiyanetî û lehengî tê qalkirin. Bavê Saryayê dixwaze wê bide kurê cerdevanekî gundiyê wan. Sarya 14 salî ye û kurê cerdevan 35 salî ye û mêrebî ye, ango jina wî miriye. Bavê Saryayê bi next û qalind wê difroşe. Lê Sarya nabe bûk. Kurapê wê bi alîkariya çend hevalên xwe ve wê didine revandin. Sarya bê ku bibe bûk, direve û di nav pêvajoya demê de dibe şervan û wî Xidirê cerdevan û kurê cerdevanê ku dixwest pê re bizewice dikuje.
Di romanê de wekî gelemperî zilm û zordariya hêzên dewletê û berxwedana gundek bajarê Şirnexê tê qalkirin.
Roman ji hêla honandin, hevoksazî û vegotina wêjeyî ve qels e, lê ji hêla ravekirina bûyer û taswîra gund û xwezayê ve serketî ye.
- Bayê Cîlo / Mehmet Akdogan / Weşanên J&J / 164 rûpel / 2018


