Tariq Hemo
Metirsiyên ku Federaliya Rojava rastî wan tê, ne tenê êrîşên DAIŞ, komên çete yên muxalefetê û artêşa rejîma Beşar Esad. Her wiha konsepteke şerê aborî jî heye. Aliyên neyarên doza gelê kurd û dijminên tecrubeya federaliya Rojava bi hev re ambargoyeke aborî ya mezin, şidandî û bi rêk pêk danîne ser Rojava. Aliyên ku vî şerê aborî li dijî tecrube û gelê Rojava dimeşînin, dewleta Tirk, komên çete yên muxalefeta Şamê, PDK û rejîma Beşar Esed in.
Ji dema ku li Rojava serhildaneke gelerî qewimî ye û di sala 2012yan de xweserî hatiye ragihandin û heta niha, dewleta Tirk bi destê rêveberiya AKP'ê, şerekî dijwar û di her warî de li dijî Rojava dimeşîne. Hemû deriyên gumrikê bi Rojava re hatine girtin. Liv û tevgera bazirganiyê hatiye rawestandin. Rejîma Esed, jî bi taybetî piştî şerê li Qamişlo, ku Asayişê çend nuqteyên hesas ji dest wê girtin, bi rêya danîna ambargoyeke aborî ya şidandî dixwaze îradeya Rojava teslîm bigire. Jixwe, komên çete yên muxalefeta Şamê karê wan bûye dijminayetiya Rojava û YPG'ê. Ew niha bajar û herêman teslîmî rejîma Esed dikin û şervanên xwe ber eniya Rojava ve ji bo şerê li dijî kurdan dişînin. Ew 80 çeteyên ku di êrîşa li dijî Efrînê de hatibûn kuştin, hemû ji bajarê Humsê bûn. Di encama lihevkirina bi rejîma Esed de tevî çekên xwe ji bajêr derketibûn û berê xwe dabûn Efrînê.
Aliyê herî berz û bi kîn di konsepta şerê aborî li dijî Rojava de PDK ye. PDK ev demeke dirêj e ku Deriyê Sêmilka girtiye û nahêle xwarin, vexwarin û derman ji bo welatiyên Rojava derbas bibin. PDK bi rêya vê ambargoyê hevkariya xwe ya bi AKP'ê û Erdogan re nîşan dide. PDK bûye amûrekî şer ê AKP'ê û di heman demê de dixwaze zextên xwe li ser hikumeta Rojava xurt bike, da ku ew xewna 50 % ya desthilatdariyê ji bo ENKS'ê pêk were! Em bala xwe bidin rewşa niha, em ê bibînin ku Erdogan û AKP ji her kesî nerazî ne û şerê her kesî dikin, lê tenê ji PDK'ê û Mesûd Berzanî razî ne. Qet rojekê AKP'ê û Erdogan rexneyeke sivik li PDK'ê û Mesûd Berzanî negirtine.
PDK li ser zimanê berpirsên xwe yên mîna Hemîd Derbendî, gefên şer li Rojava dixwe. Bi zimanekî dijminane mîna Erdogan û AKP'ê diaxife. Behsa rêbazên zerarê dike, ew rêbazên ku di destê wê de hene, eger hat û Rojava xwestekên wê qebûl nekir. Jixwe di hundir de jî PDK zextan li ser hemû aliyên siyasî yên Başûr yên ku destekê didin Rojava, dike. Ew destûrê nade berpirsên YNK'ê û Goranê ku derbasî Rojava bibin. Ya divê Rojava îradeya xwe teslîmî PDK/AKP'ê bike, yan jî ew ê ji birçînan bimire. Bi kurtahî ev mentiqê PDK'ê ye.
Ligel vî şerê aborî, şerê Rojava û welatiyan di pariyê nanê wan de, PDK hemû çeteyên xwe yên di nava ENKS û li derveyî wê, bi ser Rojava ve dişîne. Niha li her welatekî biyanî nûnerayetiyeke Rojava vedibe an jî civînek bi berpirsekî payebilind re hebe, li gel AKP'ê û Erdogan çeteyên PDK'ê jî dikevin dewrê. Ew xwepêşandanan li dijî "terora PYD"ê li dar dixin û ji Ewropa û Amerîka dixwazin ku ew vê partiyê û YPG'ê bixin nava lîsteya terorê. Her wiha PDK di warê dîplomasiyê de jî ji her kesî dixwaze ku ew Rojava qebûl nekin. Jixwe, PDK û hevkarên xwe ji ber têkiliyên eskerî yên YPG/QSD bi Peymana Navnetewî li dijî DAIŞ'ê dîn û har bûne. Ew dixwaze tenê hêzên wê yên ku ji Şingal û Mexmûrê reviyan, mîna hevkarên hêzên Peymana Navnetewî li dijî DAIŞ'ê werin nasîn.
Li dijî vê siyaseta şer a PDK'ê, divê tedbîrên cidî werin girtin. Divê ew ji aliyê raya giştî ya kurd ve were teşhîrkirin. Divê ji bo Deriyê Sêmalka alternatîf were dîtin. Divê çeteyên ENKS'ê jî bi şêweyekî qanûnî, mîna terorîst werin dîtin û destûra karê siyasî ji bo wan neyê dayîn. PDK diyar dike ku ew ê ji bo têkbirina Rojava her tiştî bike. Divê sînorek ji vê hêza hevkarê dijmin re were danîn.
tariqhamo@googlemail.com
11.05.2016, Yenî Ozgur Polîtîka