Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê mebûsên HDP'ê wêneyên zarokên ku di serdema hikumeta AKP'ê de hatine kuştin bilind kirin.
HDP'ê wekî kom pêşniyar li meclisê kir ku "Lêkolîn li ser kuştina zarokan" bê kirin. Li ser navê Koma HDP'ê Faysal Sariyildiz derket ber kursiyê ji bo axaftinê. Sariyildiz wêneyê zarokê hatiye kuştin li ber kursiyê danî, mebûsên din ên HDP'ê jî ji wêneyê Ceylan Onkol heta Abdullah Duran, ji Ugur Kaymaz heta Berkin Elvan wêneyên gelek zarokên di serdema desthilatdakiya AKP'ê de hatin kuştin bilind kirin.
Em jî vê dîmenê dikin wêneyê rojê û pêşkêşî we dikin.