Diyarname
Nivîskar Ezîzê Gerdenzerî ku berî romana xwe "Finzana Ferfûrî" weşandibû niha romaneke din a wî li ber dest e: "Pêlavên Diryayî".
Ezîzê Gerdenzerî yek ji nivîskarên kurdên Sovyetê ye ku baş tê nasîn. Wî di romana xwe "Pêlavên Diriyayî" de çîroka evîndarî û jiyana xwendekarên kurd girtiye dest. Leyla û Elîpaşa demek dirêj bi rêya telefonê hev dinasin, piştî demekê Elîpaşa daxwaza hevdîtinê dikin li Leylayê dike. Ew li derve hev dibînin: Leyla bi cil û bergên bê qisûr li pêşberî xort e, lê Xort bi pêlavên diriyayî li pêşberî Leylayê ye. Ji niha û pêde dê çi bibe? Roman ligel çîrokan wan gelek bûyeran radixe ber çavên xwendevan
Gerdenzerî kî ye?
Nivîskar Ezîzê Gerdenzerî di sala 1945'an de li Tiblîsê hatiye dinê. Zarokatî û xortaniya wî li gundê Dêrikê (Cererîz-Elegez) deras bûye. Di sala 1970'yî de Zankoya Bijîşkiyê ya Yêrewanê xilas kiriye. Sala 1978'an de dibe bijîşkê. Ji salên 1959-1960'î ve heta niha gelek helbestên wî bi navê Ezîzê Îsko, Ezîzê Emirî, Ezîzê Nemir, Şalîko Amîryan di rojnameyên "Rya Teze", "Apaga Bijîjk", "Avangard" de hatine weşandin û di Radyoya Yêrîwanê de hatine xwendin.
Ew di sala 1968'an de bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Ermenistanê. Berhemên wî ji bo ermenî, rusî, danîmarkî û almanî hatine wergerandin. Gerdenzerî ku heta niha gelek pirtûkên wî derketine li Danîmarkayê dijî û karê xwe yê nivîskarê didomîne.
Weşanxaneya Lîs berhemî wî çap dike. Lîsê di sala 2015'an de "Fincana Ferfûrî" (Roman), di sala 2020'an de de jî du romanên din "Pêlavê Diriyayî" û "Bingeh" weşandin.