Diyarname
Di nav hefteyek de du derhênerên tirk ji ber di fîlmên xwe de bêisûlî kirine û mafên hinan xwarina hatin cezakirin.
Ji bêdestûrî NBC sûcdar hat dîtin
Derhêner Nuri Bilge Ceylan di sala 2018’an de fîlmê “Ahlat Agaci” kişandibû. Fîlm li Festîvala Fîlman a Cannesê Qelata Palmiyeya Zêrîn girtibû. Di beşa “Nameya nivîskarê ku naxwaze beşdarî Sempozyûma Wêje û Taşra (Herêmî)” bibe bûbû sedema dozê. Hatibû îdîakirin ku ev beş ji teksta “Su Katilmamiş Taşrali” hatiye girtin. Ji ber vê yekê xwediyê tekstê Polat Onat bi sedema “bê destûr tekst bikar anîne” derbarê derhêner Ceylan û Zeyno Film Yapim de doz vekiribû. Dadgehê cezayê 40 hezar TL li wan birî. (Ji nûçeya Berrin Karadeniz, Mehmet S. Aman a di Cumhuriyetê de hatiye girtin)
Ceza li derhêner Uslu birîn
Meseleya doza din jî meseleya fîlmê “Ayla” ye. Derhêner Mustafa Uslu fîlmê “Ayla” di sala 2017’an de kişandibû. Fîlm li ser navê Tirkiyeyê ji bo berendamtiya Oscarê jî hatibû şandin. Xwediyê projeyê û senarîst Yigit Guralp bi sedema *Derhêner Uslu hemû serketin kiriye malê xwe û navê wî jî di kunyeyê de nenivîsiye” doz li derhêner Uslu vekir. Dadgehê senarîst Guralp mafdar dît û biryar da ku Uslu tazmînatê bide wî.
Guralp bi ser hesabê xwe yê tora civakî re agahî ragihand. Li gor agahiyê derhêner Uslu 75 hezar TL mafê telîfê, 25 hezar TL jî tazmînata manewî dê bide senarîst Guralp.


