Diyarname
Dengbêj Cemalê Mihê ku duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Amedê, îro wefat kir.
Dengbêj Cemalê Mihê (Bi navê li nasnameyê Cemay Aldin) ev demek bû ji ber qansêra pişikê dihat dermankirin, lê ligel hemû hewldanan jî baş nebû û îro wefat kir.
Dengbêj Cemalê Mihê di sala 1957'an de li gundê Kavilê Kalo ya girêdayî Dêrgula Şirnexê hatibû dinê.
Cemalê Mihê yek ji dengbêjên navdar ê Botanê bû. Ji wî stranên wekî "Seydik", "Mîranê", "Keçkê Dînê", "Hey lo Delal" bo muzîka kurdî wekî mîrate man.
Cenazeyê wî dê li Şirnexê bê definkirin.