Karayilan got ku ger ew jî statuyekî wekî ya Katalonyaya Spanyayê otonomiyeke berfireh bi dest bixin ew ê hemû çekên xwe radestê NY’yê bikin.
Serokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Murat Karayilan ji bo rojnameya El Mundo ya Spanyayê axivî û diyar kir ku ew di warê otonomiyê de li modeleke wekî ya Spanyayê digerin.
Karayilan diyar kir ku wan Zagona Bingehîn a Spanyayê lêkolîn kiriye û bal kişand ku li gorî asta guhertinên herêman otonomî hatiye dayîn.
Karayilan wisa got: “Hikumetên herêmî bi ya navendî re di nava hevsengiyekê de ne, hêzên xwe yên polîs û parlementoya xwe bi xwe hene, wê modeleke wiha bê şopandin.”
Karayilan diyar kir ku ger ew jî otonamiyeke wekî Katalonyayê bi dest bixin, ew ê çekan deynin û teslîmê Netewêyên Yekbûyî (NY) bikin. Wî got ku agirbest heta 20 rezberê bidome.
Karayilan di dawiyê de got: “Ger êrîş û girtin berdewam bikin, wê demê em ê neçar bimînin ku stratejiyê biguherînin û dawî li agirbestê bînin.”
Ji ANF'ê hatiye girtin
**
Nûçeya eleqedar: