Diyarname
14'emîn Festîvala Fîlman a Saraybosnayê bi dawî bû. Goran Rusinovic xelata mezin girt.
Festîval îro bi dawî bû. Di festîvalê de derhêner Nuri Bilge Ceylan serokê juriyê bû û fîlmê fîlmê derhênerê hirvat Goran Rusinovic ê bi navê "Buic Riviera" xelata Fîlmê Herî Serketî bi dest xist. Rusinovic fîlm ji romana nivîskarê Bosna Hersekî Miljenko Jergovic filmê xwe kişandibû. Fîlm li ser çîroka du kesên yek misilman yek sirb ku di şerê di sala 1992-95'an de dev ji Bosna Hersekê ber didin û diçin DYA'yê ye. Fîlm xelata "Dilê Saraybosnayê" ku beramberî 25 hezar Euroyî ye bi dest xist.
Di rola di vî fîlmî de Leon Lucev û Slavko Stimac jî Xelata Lîstikvanên Herî Serketî girt. Xelata Lîstikva Herî Serketî jî Ayça Damgaci girt. Damgaci di fîlmê Huseyîn Karabey ê bi navê "Gitmek-Çûyîn-My Marlon and Brando" serlîstikvanî kiriye.