logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ganz Unten û Kurd

Gunter Wallraff êvarekê ji xwe re rûdine û diponije, mitale dike û dibêje: "Min li ser tirkên li Almanyayê xebateke girî

  • Dîrok: 16/12/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko ARDIL

Gunter Wallraff êvarekê ji xwe re rûdine û diponije, mitale dike û dibêje: "Min li ser tirkên li Almanyayê xebateke girîng kir û ew xebat bû sedema gelek nîqaşan. Ji wê xebatê herî zêde tirkên koçber sûd wergirtin. Ka ez carekê jî wekî kurdekî xwe hîs bikim û lêkolînekê jî li ser wan bikim."

Bi wê biryarê serê sibê ji malê derdikeve. Li eywanê li rastî malbata cîran a kurd tê. Jin û mêr û zarokên wan bi hev re ne. Reng û rûyên wan melisîne û di nav xebariyê de xerq bûne. Gunter pirsa halê wan dike û hîna ji destpêkê ve li pirsa xwe poşman dibe. Malbat mîna komeke ji gotinbêjan pêkhatî pêşî bav dest pê dike û dûv re, jin û wisa jî zarok almaniya wan a nîvçê teman dikin. Ew sibe lêkolînerê alman bi çîroka zordariyên dewleta Tirkiye, Sûriye û Îranê careke din dihese û ew nûçeya dagirkirina rojavayê Kurdistanê di hiş û bîra wî de nû dibe. Di dawiya sohbetê de bav ji tûrikê xwe komek kaxed derdixe û dibêje: “Bi ser hemû derd û kulan re divê ez vana bidim xwendin û bersiva wan jî ji saziyên dewletê yên têkildar re binivîsim û va ye tu almaniya min jî dibînî. Ka ez çi xweliya heft gundan li serê xwe bikim!"

Gunter ji wir bi reverev xwe berdide ser kolana ku gelek qehwexane û dikanên tirk û kurdan lê hene.

Di deriyê dikanekê re dikeve hundir û li rastî pevçûnekê tê: “Mêrê navsere yê kirêdar bi ser firoşkar de diqîre û dibêje, "Kuro tu çawa bi tirkî nizanî?!" Firoşkar bi almanî bersiva wî dide: “Ji xwe re bi edeb be. Ez ne tirk im û ev der Almanya ye. Dikarî bi min re bi almanî biaxivî." Gunter ku êdî bi tirkî jî fêm dike û piçekî jî dikare biaxive, dikeve navberê û ji yê tirk dipirse ka mesele çi ye. Yê tirk bi doza xwe bawer e û dibêje: "Ev yamyam dibêje, ez kurd im, û bi tirkî nizanim. Kurdekî çawa bi tirkî nizane! Ma bi serê kê dikeve?"

Ji wir derdikeve di nav ponijandinan de ji bo kirîna destmaleke kaxez dikeve dikaneke din û çi bibîne. Li wir jî xirecireke din li dar e. Vê carê herdu alî jî kurd in û yê karsaz bi ser karkerî de diqîre: "Law min sed carî ji we re got. Li nav dikanê bi kurdî nepeyivin. Ma hûn dixwazin mala min xera bikin! Mane hûn dizanin heger tirk peyveke kurdî jî bibihîsin nema tên vê dikanê!"

Karkerê di tengasiye de bi şermînî bersiva wî dide: “Hêja, welle bille em bi kurdî napeyivin. Ew yê kirêdar kurdê Sûriyeyê bû, bi tirkî nedizanî û ji neçarî min bersiva wî da. Yê tirk jî hema tûrîkên xwe avêtin ser masê, di ber xwe de kir pilepil û çû. Ma sûcê min çi ye?"

Ji wir xwe berdide metroyê û li quncikekê rûdine. Li aliyê din bav û kurek rûniştî ne. Bi kurdî diaxivin. Kesê li hemberê wan jî mîna ku çavdêriya wan bike wisa bi baldarî li wan dimeyizîne. Bîstekê bi şûn ve ji herduyên ku bi kurdî diaxin, dipirse: “Ew lawik bi tirkî nizane gelo?" Bav dibêje, “Na, nizane."

"Çima?" 

Bav: "Ma ez mecbûr im bersiva te bidim?"

"Tu ne mecbûr î lê tiştekî nebaş e ku hûn li Almanyayê eslê xwe wenda dikin. Ew zarok bêyî tirkiyê wê seqet mezin bibe." Demek şûnde radibin hev. Gunter dikeve navberê yê kurd dibêjê. "Dibînî nivîskarê herî jîr. Em ji destê wan direvin, welatê xwe diterikînin û li vir jî nahêlin em bi rehetî bi zimanê xwe biaxivin. Ma em biçin fezayê?!"

Li gel tevahiya dijwariyan jî nivîskar bi biryar e û vê carê rêya xwe bi şaredariyê dixe. Li wir jî kurdek û berpirsyarek di sînga hev de ne. Yê kurd dixwaze di qeyd û nasnameya wî de "Kurd" bê nivîsandin û karmend qebûl nake, "Mixabin em nikarin binivîsin. Lewra hûn ne xwedî dewlet in. Her kes bi welat û dewleta jê hatî tê pênasekirin."

Gunter cardin li ser kolanê ye û li rastî xwenîşandanekê tê. Bi sedan jin, mêr û zarok jî di nav wan de diqîrin. Kêlîkê li wan temaşe dike û ji nişkeve polîs mîna boxeyên spanî yên çav bi rengê sorê ketîn, bi nav girseyê dikevin. Al û remzên wan, jin, mêr û zarok û heta erebeyên pitikan jî li ber lingên polîsan belawela dibin. Polîs bi ser de jî diqîre, "Kurdino, hûn ji bo Rojava dimeşin. Nabe hûn wêneyên Ocalanî bidin nîşan."

Gunter dawiyê digihîje pêş Parlementoya Almanyayê. Li wir jî komek kurd li hev civiyane û pakêtên qirase li ber wan bi kelecan li benda bersivekê ne. Yê berpirsyar bi kinahî jê re rave dike, "Me xwest li Almanyayê jî mîna gel û miletek mafê me hebe û em bi fermî bên naskirin û ji me re ereb, faris û tirk nebêjin. Ji me xwestin em 60 hezar îmzeyan kom bikin. Me bi qasî 70 hezarî berhev kirin. Lê dîsa jî gotin, "Em nikarin nasnameya we ya neteweyî qebûl bikin!"

Gunter ê lehengê nivîsa me herî dawî çi hizir kir em nizanin. Lê mîsoger wiha gotiye, "Bavo, baştir e ez li ser tirkan li xebatên xwe bidomînim. Nexwe wê dilê min bisekine!"

Vêca hûn bêjin, gelo li Almanyayê yên herî bindest kî ne?

11.12.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diyarname 13 salî ye

ad

Sadak: Em dev ji xizmetê bernadin

ad

'De Dirigent', 'Kralîçe Lear' û yên din

ad

Ferzan Şêr: Helîm Yûsiv ne kêmî Marquez e

ad

Tirkiyeyê vê carê îhaleya Panzêran negirt!

ad

BBC lîsteya 100 fîlmên serketî weşand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname