Diyarname
Roja 21.04.2005'an me dest bi weşanê kir. Ji wê rojê de bi deh hezaran nûçe, nivîs me weşandin. Ji bilî van quncikniviskarên me bi hezaran gotarên xwe pêşkêş kirin.
Ji roja me dest pê kiriye de me bi xwe rojeva xwe diyar dikir, niha jî em dikin ku heman tiştî bikin. Helbet qada înternetê qadek fireh e, hin dest pê dikin û piştî demekê nikarin bidomînin. Hin ji nû ve dest pê dikin. Lê ji her tiştî wêdetir îstîkrar muhîm e û ji roja me dest pê kir em li ser vê xetê ne.
Ji roja me dest pê kir me kir ku bi zimanekî xweş agahiyan bidin xwendevanên xwe. Me got nivîs û nûçeyên êrîş bikin emê neweşînin û em hê jî li ser wê xetê ne.
Bi kurt û kurmancî heta îro çi ji destê me hat me kir. Ji îro pêde jî emê bikin...
Îro salvegera malpera me ye. Careke din merheba, rojbaş...


