logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Teknolojî û Kurd

Peyva teknolojiyê vê gavê gelekî populer e. Kesek çawa her roj li ser û çavên xwe mêze dike, an jî cil û bergên cuda li

  • Dîrok: 10/12/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Peyva teknolojiyê vê gavê gelekî populer e. Kesek çawa her roj li ser û çavên xwe mêze dike, an jî cil û bergên cuda li xwe dike, alavên teknolojiyê jî wisa bi kar tîne. Mebest erka (herk) wê alavê nîn e. Ya pêwîst îmaja wê, hêmana wê û xwedaniya rola wê ye. Çawa berê dê, bav, xwişk û birayên me xemlên cihêreng bi kar dianîn eynî wisa. Ji gustîl, bazin, morî heta gerdeniyan cure bi cure xemil an jî berhemên wê ve eleqedar dibûn. Niha jî berhemên teknolojiyê yên populer hene.

Kîjan dibe bila bibe berhemên dibin bersiva pêdiviyan an jî yên xemlên kêfxweşiyê didin mirovan, bi kedeke hêja û zehmet tên çêkirin. Ji bîr nekin her cure ked jî xwedî pîşe û hunerekê ye. Jixwe huner tunebûya, mirov çiqasî bixebitin jî nikarin bibin hunermend û pîşesaz. Kesî xwedan pîşe dikare tiştekî saz bike. Heskî destgeh be, heskî marangozxaneyek be, heskî kargeha hesinkariyê be, heskî çêkirina ta û derziyê be… Her yek jî divê di ber destê pîşesaz re derbas bibe. Wekî vê kesê hunermend jî xwedanê aferineriyêkê ye, jixwe hunera wî nîn be nikare mendê jî ava bike. Çawa hişmendek bi peyvan, pergala fikriyariyê rêz dike, hunermend jî taybetiya aferinariya xwe berheman kêlî bi kêlî dinexişîne.

Ew berhem, amûr û alavên çêkirî, navgînên sazkirî yên payebilind, bi hêsanî teşe nagirin.

Bi keda deh hezaran salan lêbar e. Ji zemanê bihurî ve heyanî niha, destê me jî di nav berhemdariyê de heye. Me tevgera xwe bi alavan ristandiye. Pratîka me di zimanê me de jî jiyaye. Wekî tevn, tewandin, kelandin, qelandin, qijilandin, ristandin, vereşandin, honandin … her yek van nîşana sirûşta takekes bixwe ye, lê ji her yekê van peyvan ji bo çêkirin, sazkirin, avakirin û xerakirinê jî hatiye bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku di çanda me ya fikirîn, afirandin, çêkirin û sazkirinê de em xwe bi xwe raçav dikin. Reng û rîçalê derûniya xwe, şiklê bedena xwe, dirûv û qarekterê hebûna xwe li karê xwe, barê xwe, berhema xwe û rewîşta xwe bar dikin.

Berhema teknolojiyê ya herî girîng û bi pergal tevn e. Tevna bi tevgera sîstematîk sazbûyî, bûye hîmê çêkirina kargehên tekstîlê, lê ya herî hêsan, ya herî aferîner, ya herî bikêr sazûmaniya teşiyê ye. Bi nîk, serteşî û dûvik wekî maşîneya hilberîner a takekesî ye. Ev maşîne dema meşê jî dixebite. Wekî kesek gava dimeşe bi ahengeke zerp teşiyê ba dide, teşî jî li dor xwe dizivire/dilûre. Kêliya bi destekê teşiyê bagirtî digire, bi destê din hêdî hêdî hiriyê dide nikilê nîk ve girêdayî. Hêdî hêdî dûvik li ber jêr diçe destê teşî girtî jî li ber jor diçe. Bi vî awayî hiriya rêstandî û dibe bend çêdibe. Pey re teşîrês dûvik digire û bend lê dialîne.

Heyama ku teşîrêsek dest bi vî karî dikin, di ber de karekî din jî dikin. Wekî mînak, dibe ku li ser pişta dayikê zarokek virnî û razayî hebe û vê dayikê kerekî barkirî dabe pêşiya xwe û bi xeleta diçe ziyareta hezkiriyên xwe.

Niha lê binêrin bi tevgerekê çend tişt pêk tên. Kirdeya kar: 1- Plankirî ye, 2-Dimeşe, 3- Dirêse, 4- Xumamiyê/dêtiyê dike, 5- Diajo û 6- Ziyaretê dike. Her yek dîmeneke zemanekî ye, her yek dîmeneke girêdayî zemînekê ye û her yek, beşeke jiyanî ya cuda ye. Li ser bifikirin û bala xwe bidinê îro pergala destgehên pîşesaziyê bi beşên cuda, pêk hatine û hemû beşek erkekê tîne cih ku berhem jî di encama tevkariya van beşan de digihêje teşeyekê.

Ne hewceyî pesnê ye ku em bibêjin dîrok û çanda me berhemdar, zengîn, aferîner û piralî ye. Ji ber ku her civatekê li gor erd û cih û pêwîstiyên xwe navgînên xwe çêkirine. Li ser vê jî rengek dane çanda xwe, can dane jiyana xwe. Em dikarin bibêjîn; her çiqas ji ber sebebên modernîzmê yan jî talana li ser welatê me, em bêçare ne ku tiştan biguherînin. Her wiha derengmayîna me jî êdî nayê dermankirin ku ji ber vê jî em bûne bendeyê hêzên derî mala xwe.

Divê em ji xwe vegerin û bi bîr bînin, çawa berî xalîçeyekê derxînin, me dikaribû destgehên tevnê bi rêkûpêk çêkin, her wiha desenê xalîçe li ser kaxezan nexş dikirin. Yên ev huner pêşkêş dikirin kî bûn? Kesê nexşê çêdike wekî mîmarê îroyîn, kesê tevnê çêdike wekî endezyarê maşîneyên fabrîqeyan, kesên rîs dirêsin wekî kargehên tekstîlê û kesên dest pê dikin guliyê xalîçeyê dihûnin wekî kedkar û karkeran îroyîn in. Heke vê bidin ber çavan, wê çaxê bi hêsanî tê dîtin ku em ne civateke hêsan û bêkêr û nezan in. Berevajî wê diyar e ku gewherê zanînê li ba me heye, meyayî ye, têkûz e.

Tenê em hişyar bin, li xwe veger in û rabin ser xwe. Êdî qetandina bendan hêsan e. Şikênandin tewla werîsan ne dereng e ku em bikarin kapê xwe bidin destê xwe. Wê çaxê bi hêsanî dikarin li ser hîmê mayînên kal û bavan berhem û alav û amûr û navgînên bêhempa saz bikin. Her wiha bi bêminetî pergala civaka xwe jî ji nû ve saz bikin. Hemû jî pêkan in; li benda serxwebûna me ya yeko yekoyî ye…

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nirxandinek li ser ‘Qêrînek di gewrîya şevê de’

ad

UEFA'yê jî qala mafên mirovan kir

ad

Sê meşvan heta Şemzînanê dê bimeşin

ad

Li Dêrika Çiyayê Mazî dîroka sînemayê

ad

Par çende kitabê kirmanckî veciyayê?

ad

Azadiya Welat azadiya Kurşun xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname