logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Azadiya Welat azadiya Kurşun xwest

Rojnameya kurdî Azadiya Welat bi armanca serbest berdana Berpirsyarê Karên Nivîsê Vedat Kurşun daxuyaniyek da çapemeniyê

  • Dîrok: 16/04/2008
  • Beş: Çapemenî

 

Amed

Yekane rojnameya kurdî Azadiya Welat bi armanca serbest berdana Berpirsyarê Karên Nivîsê Vedat Kurşun daxuyaniyek da çapemeniyê.

PEN'a Navneteweyî, Komîteya Azadiya Weşanê ya Navneteweyî, Parlementera PE'yê Feleknas Uca, Parlementera DTP'ê Gultan Kişanak, şaredar û gelek nûnerên saziyên sivîl bi armanca piştgiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Yekane rojnameya kurdî Azadiya Welat bi armanca serbest berdana Berpirsyarê Karên Nivîsê Vedat Kurşun li Cemiyeta Rornamegerên Başûrêrojhilat civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteya Azadiya Weşanê ya Navneteweyî Nivîskar Ragip Zarakolu, Serokê Komîteya Nivîskarên di Girtîgehê de ya PEN' Navneteweyî Halîl îbrahîn Ozcan, mebûsa Parlementoya Ewropayê Feleknas Uca, endamê Meclisa Şaredariya Mezin a Kopenhaga Danîmarkayê Lars Rasmussen, mebûsê Partiya Gel a Sosyalîst Serdar Benlî, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Serokê Giştî yê Kurdî-Derê Mazhar Aktaş, Mebûsa DTP'ê Gultan Kişanak, nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Mihdî Perînçek, Şaredarê Surê yê berê Abdullah Demîrbaş, nûnerê DÎHA'yê yê Herêmê Kadrî Kaya, nivîskar Gulçîçek Gunel Tekîn, helbestvan Arjen Arî û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Edîtorê Azadiya Welat Adîl Zozanî bi bîr xist ku Azadiya Welat tekane rojanmeya kurdî ye û wiha axivî: "Azadiya Welat ligel hemû zordariyan ev 15 sal in li Stenbol û bakurê Kurdistanê weşana xwe didomîne. Piştî 15'ê gelawêja 2006'an  derbasî weşana rojane bûye, heta niha zêdeyî 500 dozan der barê rojnameya me de hatiye vekirin. Xwediyê rojnameya me û Berpirsyarê Karên Nivîsaran Vedat Kurşun ji 5'ê reşemiyê ve girtiye. Çapemeniya kurd dê ligel hemû zordariyan wezîfeya xwe bidomîne."

'Dikare bikeve Guinessê'

Serokê Komîteya Azadiya Weşanê ya Navneteweyî Nivîskar Ragip Zarakolu balkişand ser azadiya weşanê û ev tişt gotin: "Lê ji hêla weşanvanên cîhanê ve di 10 salên dawiyê de têgiha 'Weşana Azadiyê' jî hate derxistin. Ev azadî destûrê dide ku nêrîn û bawerî bi rihetî bên weşandin. Bixabin guherînên Serokwezîr Erdogan li ser daxwaza leşkeriyê di TMY'yê de pêk anî li ser çapemeniya muxalîf zordariyek mezin dimeşîne. Zordariyên ji salên 90'î heta niha tên meşandin, niha cardin li ser Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Azadiya Welat û çapemeniya din a muxalîf didome. Zordariyên li hemberî çapemeniya kurd gihîştina wê astê ku dikarin bikevin Pirtûka Rekoran a Guînessê. Tenê der barê Welat de 500 doz hatine vekirin."

'Herî zêde DÎHA'yê nesîbê xwe girt'

Zarakolu daxuyand ku di bin navê gotina, 'Pesindayîna sûc û sûcdar de' hemû çapemeniya azad dibin zordariyê de ye û wiha berdewam kir: "AKP di nav êrîşek mezin a li hemberî kedê de ye. Bi gotinek antî sosyalîst êrîş dike. Niha 24 rojnamegerên çapemeniya kurd di girtîgehê de ne. Saziya herî zêde nesîbê xwe ji vê girt jî DÎHA ye. Lazim e hemû derdor bi çapemeniya kurd û Kurşun re di nav hevgiriyê de bin."

'Şerma Tirkiyeyê ye'

Parlementera PE'yê Feleknas Uca jî diyar kir ku ew dê bi Kurşun re di nav hevgirtinê de bin û wiha got: "Wekî kurdekê ez di xebatên li Parlementoya Ewropayê de berî her tiştî girîngiyê didim azadiya fikr û ramanê. Bingeha Ewropayê jî li ser demokrasî û azadiya fikr û ramanê ye. Ku Tirkiye bixwaze bikeve YE'yê lazim e astengiyên li pêşiya azadiya ramanê ji holê rake û mafên kurdan bide. Duh tenê doza Vedat Kurşun tunebû, di heman demê de şaredar jî dihatin darizandin."
Uca derbirî ku sedema zordariyên li ser Azadiya Welat, Gundem û DÎHA'yê ew e ku rastiyan ji gel re radigihînin û xwest ku dawî li zordariyan bê. Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay jî zordariyên li ser çapemeniya kurd şermezar kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gel dê xwedî li saziyên xwe derkeve û van astengiyan ji holê rake. Ji bo azadiyê em dê pêşiyê li vê rojnameyê xwedî derkevin. Vedat Kurşun li vî welatî qet gule neavêtin, tenê bi zimanê zikmakî weşan kir."

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

news
  • 27 05 2026

Kovara Rewşenbîr bi hejmara nû hat

news
  • 21 05 2026

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ hejmara xwe ya nû derxist

news
  • 21 05 2026

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

news
  • 13 05 2026

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

news
  • 27 04 2026

Spotify wê 1400 heb vîdeoyên egzersîzê belav bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Malpera boykotkirina referandûmê vebû

ad

Di Fûara Pirtûkan a Bogazîçî de çalakiyên kurdewar

ad

Li çiyê Bablekan xweş e!

ad

Agahiya herî dawî: Li Kobanî rewşa tenduristiyê

ad

Wî nedixwest tu tişt min bîne bîra wî

ad

Deklerasyona ji bo demokrasî, aştî û edaletê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname