Lokman Polat
Pirtûka kurteçîrokan a birêz Şêxo Fîlîk “Bêbavî” di nav weşanên Avesta de, di sala 2015’an de li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 68 rûpel e. Berga wê Azad Akturk çêkiriye û bergeke huneriye û xweşik e. Dîzayna bergê A.Nacî Firat û edîtoriya wê jî Abdullah Keskîn kiriye. Di berga paşîn de jî birêz Hesenê Metê û birêz H. Kovan Baqî derbarê pirtûkê de çend gotinên baş û xweş di çend hevokan de hêjayî û serketina wê anîne zimên.
Berî ku ez şîroveya pirtûkê pêşkêş bikim û binirxînim, dixwazim derbarê nivîskarê pirtûkê hêja Şêxo Fîlîk de çend gotin bibêjim. Min birêz Şêxo Fîlîk bi riya birayê xwe yê li hepisxaneyê û malbata xwe ya li Amedê nas kir. Min navê wî wekî ”Şêxmûs Xoce” ji wan bihîst. Wan gelek pesnê wî didan, diya min digot “Xoce mirovekî gelek baş e.” Lê belê, wan ji min re negotin ku ew nivîskar e. Digotin ew tim kurdî diaxife, pirtûkên kurdî dixwîne, kurdperwer e, humanîst e, alîgir e, mirovekî baş e û filan û bêvan. Min wî wekî zilamekî siyasî ê hevalê birayê xwe texmîn kir. Lewre jî zêde têkiliya min pê re çênebû. Ez bi siyasetê re mijûl nedibûm, ez bi edebiyatê/wêjeyê re heşirûneşîr bûm. Dema di sala 2015’an de pirtûka wî derketibû jî min nizanibû ku a wî ye. Jixwe min paşnavê wî jî nizanibû. Lê belê min zanibû ku ew ji Semsûrê ye. Paşê ez pê hesiyam ku “Şêxo Fîlîk” Şêxmûs Xoceyê dostê min û malbata min e.
Dema min nivîsên wî ên kurdî di malpera Dîyarname de xwendin, min ji xwe re di heşê xwe de got: “Rexnegir û analîzvanên edebiyata/wêjeya kurdî hindik in. Ji nivîsên vî diyar e ew ê di pêşerojê de bibe rexnegirekî edebiyata kurdî û ew ê gelek analîzên baş û hêja derbarê berhemên edebî ên kurdî de binivîse û biweşîne.”
Pirtûka Birêz Şêxo Fîlîk a kurteçîrokan li gorî teknîka herka hiş hatiye honandin. Herikandina hiş re bi tirkî “bilînç akişî” û bi îngilîzî “flow of consciousness” dibêjin. Joyce, Wîrgînîa Wolf, Faulkner û di nav nivîskarên tirkan de jî Bîlge Karasu vê şêweya herka hiş bi kar tîne.
Di pirtûka “Bêbavî” de kurteçîrokên sosyal civakî û post/modern ên serketî hene. Birêz Şêxo Fîlîk xwestiye wekî wan kesên ku rêbaza sînorşkîner, sînornenas pêk tînin, yanê yên ku dixwazin qalibên heyî biçikînin diceribînin, ango wekî doktorên sînonenas ew jî sînor û qalibên edebî, pîvan û normên edebî û formên berê qebûl nakin, teknîkên klasîk naecibînin û bi teknîkên nû berhem diafirînin. Ew serî li hemberê modernîzmê/nûjeniyê radikin, lê belê hinek ji wan xwe ji modernîteyê/nûjeniyê jî tam nikarin rizgar bikin, yanî bandora moderniyê cih bi cih li ser wan hêj jî heye.
Belê wekî min got, kurteçîrokên ku di pirtûka birêz Şêxo Fîlîk de cih girtine bi giranî li gor teknîka herikandina hiş hatine nivîsîn. Helbet di hin kurteçîrokan de reng û nexşên realîst, surrealîst modernîst hene. Naveroka mijara hinekan li gor realîzma civakî, rastiya civakê rave dike. Naveroka kurteçîrokên ku di pirtûkê de ne, civakî ne, rastiyên malbatî ne, têkiliyên însanî ne. Bi çavên zarokekî lênêrîna li kesan e, li bav û dayik, li heval û cîranan e. Zarok rastiyan dibînin û rastiyan dibêjin. Ji kralan re, ji siltanan re û heta ji dîktatoran re kes newêre rastiyê bibêje, lê zarok natirsin û dibêjin. Çîroka ku zarokekî ji kral re dibêje “kral tazî ye” li cîhanê bi nav û deng e, çîroka herî navdar e.
Vebêjê pirtûkê bi şêweya herkandina hiş û bi mentalîteya zaroktiyê rastiyê radixe ber çavan. Di jiyana rasteqîn de, di rastiya jiyana malbatî de bêbavî jiyaneke zor û zahmet e. Her wiha sêwîtî jî zor e, dil û kezeba mirov bi sêwiyan, bi êtîman dişewite. Vebêjê çîroka bêbavî bi devê zarokekî dibêje : “…..bêbavî ji sêwîtiyê jî çetîntir e.”
Hinek berhemên post/moder û bi taybetî jî berhemên ku bi herka hiş hatine nivîsîn giran in. Berhemên Joyce, Wîrgînîa Wolf, Faulkner û Bîlge Karasu giran in. Di kurdî de jî ev cure berhem kêm in, hindik in. Mirov dikare bibêje ku hêj nû çend nivîskarên kurd dest pê kirine û bi vê şêweyê, bi vê teknîkê dinivîsin, berhem diafirînin. Yek ji wan nivîskarên kurd jî birêz hêja Şêxo Fîlîk e. Berhema wî ya kurteçîrokan “Bêbavî” di nav vê kategoriyê de ye û bi norm û forma post/modernîzmê, bi şêweya herka hiş hatiye afirandin. Helbet post/modernîzm û herka hiş eynê/heman tişt nîn in. Nivîskarên ku bi teknîka herka hiş û bi form û metodên post/modernîzmê dinivîsin bi vê teknîkê ji modernîzmê cuda dibin û teknîka ku ew bikar tînin dibe her wekî rexneya modernîzmê. Post/modernîzm ekoleke ku piştê modernîzmê derketiye û berfereh e. Herka hiş di nava wê berferehiyê de teknîkek e. Ev teknîka herka hiş teknîkeke ku post/modernîzmê bikar aniye. Hirka hiş berî post/modernîzmê yanî di dema modernîzmê de derketiye, wê demê hebûye lê ji bo ku li modernîzmê rexne girtiye wekî teknîkeke post/modern hatiye hesibandin.
Hinek berhemên herikandina hiş û her wiha berhemên post-modern giran in, xwendina wan zahmet e, bi zor û zahmet têne xwendin û mirov zû bi zû ji naveroka wan zêde tiştek fêm nake û her wiha mirov zû bi zû tê nagîje bê meramê nivîskar çi ye? Û dixwaze çi bibêje, çi pêşkêşê xwendevan dike. Lewre jî xwendina berhemên wiha giran dimeşe, ango herîkbar nîn e. Naveroka wan bi şêweyeke kelecanî nîn e, tê de heyecan tune, tevlihev e, lê belê tê de gelek tiştên tevlihev, tiştên din hene ku bala xwendevanan bikşîne. Xwendina pirtûka kurteçîrokên ku bi giranî bi şêweya herîkîna hiş hatiye nivîsîn zahmet be jî, hêjayê xwendinê ye. Hinek berhemên herikandina hiş, post/modern ên bi kurdî serketî ne. Her çiqas ez berhemên wiha neecibînim jî, gelek xwendevanên ku ji berhemên wiha hez dikin hene.
Min ji pênc sedî zêdetir roman û sê sedî zêdetir pirtûkên çîrokan xwendine. Xwendina ku herî zêde bi min zahmet hat, min nekişand nav xwe û xwe bi min neda xwendin /lê ji bo ku min nexwest ez xwendinê nîvco bihêlim min bi zahmetî be jî bi temamî xwend/ kurteromana Xwedêgiravî xelatgirtî a birêz Nûdem Hezex a bi navê “Bîr” û pirtûka kurteçîrokan a birêz Şêxo Fîlîk “Bêbavî” ye.
Kurteçîroka herî dawî ya di pirtûka birêz Şêxo Fîlîk“Bêbavî” de navê wê “Çileqil”e. Dema min pirtûk û ev kurteçîrok xwend û qedand, min di dil û hişê xwe de got: “Şêxo Fîlîk jî wisa bieqil e ku çil eqil di hişê wî de heye!”
Dema ku min xwendina pirtûka birêz Şêxo Fîlîk qedand, min ji wî re ev peyam şand. “Êvarbaş Kek Şêxo, min xwendina pirtûka te qedand, lê belê min jê fêm nekir. Xwendina wê bi min zehmet hat.”
Wî jî bersîv da û got: “..belê min gotibû hinekî zor e.”
Min jî got: “…hinek na, pir zor bû. Ez fêrê xwendina pirtûkên herikîna hiş nebûme loma bi min hîn zortir hat…”
Wî got: “..çend hevpeyvîn hebûn li ser pirtûkê bi min re kiribûn dixwazî wan bixwîne…”
Ez ê wan hevpeyvînan jî bixwînim. Belkî hinek jê fêm bikim. Lê belê ez vê bibêjim; min ji vir çend sal berê gotarek/nivîsek derbarê ekola post/modernîzmê de nivîsîbû û rexne li post/modernîzmê girtibû. Ez hêj jî di wê fikrê xwe de me. Di hêla edebî de gelek berhemên post/modernîst ên qels, bê kalîte, bê naverok û bê ser û ber hene. Bi gotina kin û kurt ez ji berhemên post/modernîst hez nakim, xwendina wan li xweşa min naçe.
Belê, xwendina wan li xweşa min neçe jî, li xweşa gelek xwendevanan diçe û hemû cure berhemên edebî hêjayê xwendinê ne. Ez birêz Şêxo Fîlîk pîroz dikim ku berhemeke edebî li wêjeya kurdî zêde kiriye. Ez analîzên wî ên di malpera Diyarnameyê de têne weşandin bi dilxweşî dixwînim.