Diyarname
Çend fîlmên derhênerê navdar Theo Angelopoulos di meha berfanbarê de di Seyr-î Meselê de derdikevin pêşbetî temaşevanan.
Fîlmên Angelopoulos ên bi navê "Dîmena ji nav xumamê", "Gava Leglegê ya Derengmayî", "Toza Zemîn" vê mehê têne nîşandayîn. Her wiha belgefîlmê bi navê Nêrîna Theo" ku derhêneriya wî Necati Sonmez kiriye û bi mijara xwe li ser derhêner Angelopoulos e jî tê nîşandayîn.
Ji bilî belgefîlman di nav çalakiyên Seyr-î Mesel ên vê mehê de şano, konser û şêwira xwendinê ku xwendekar li dar dixin jî heye.
Ji bo kesên eleqedar:
Seyr-î mesel
Navnîşan
Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan - Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoglu/İSTANBUL
Tel: (212) 244 97 89
E-mail: meselinseyri@hotmail.com


