ŞEHBA
3'yemîn Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî ya Kantona Efrînê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve hate organîzekirin. Mîhrîcan bi karnavalek girseyî bi tevlêbûna bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê yên Efrîn û Şehba û bajarê Helebê dest pê kir. Girse bi cil û bergên kurdî yên folklorî yên herêma Kurdistanê beşdarî karnevalê bûn.
Karneval ji ber têketina bajarokê Fafînê yê Şehbayê dest pê kir û bi diruşmeyên banga parastina çand û hûnerê di nava kolanên navçeyê de geriya û li ber kampa Berxwedan çalakî hate lidarxistin.
Endamê rêveber ê mîhrîcanê Mihemed Dawud axivî û got: "Berxwedana me ya li vir li Şehbayê û hewldanên me yên domdar ên vegerandina mafên xwe dihêle ku rizgarkirina Efrînê nêzik bibe. Tevî ku em koçber bin, lê mîhrîcana me ya li Şehbayê îsbata girêdana me ya bi çand û kevneşopiya xwe ye."
Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî berxwedana şêniyên Efrînê silav kir û diyar kir ku lidarxistina vê mîhrîcanê li kampên Şehbayê xwedî wateyeke mezin a berxwedan û îsrarê ye.
Endama rêveber a Kongreya Star Esmehan Mihemed banga parastina kevneşopî kir got: "Em li pêşberî şerê qirkirina çand û kevneşopiyê ne. Divê em nirxên xwe yên çandî û kevneşopî biparêzin û nifşekî ku bi xaka xwe ve girêdayî be û ji bo wê têbikoşe ava bikin."
Piştî axaftinan, Koma Serhed a govendên gelêrî yên taybet bi folklora Efrînê, du malbên ji Efrînê "Hec Nasir û Şenek" awarên def û zirne, hunermend Mihemd Hec Welo, Rêvan Îbrahîm û Ekrem Nazî muzîk pêşkêş kirin.
Her wiha sînevîzyoneke li ser dîroka govendên folklorî yên Efrînê hate pêşandan.
Mîhrîcana ku bi diruşma "Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin" dest pê kir dê du rojan bidome.
ANHA


