Welat DILKEN
Li wêjeya kurdî ya bo zarokan pirtûkeke din zêde bû. Yekem pirtûka nivîskar a Berfa Servîn a bi navê ‘Cinawira Gola Wanê’ ji alî Weşanên Sîtavê ve hate çapkirin.
Di wêjeya kurdî ya bo zarokan de ku heta niha bi çîrokên wekî Şengê û Pengê, Gur û Rovî, Rovî û Dîk û hwd. ji çîrokên efsaneyî pirtûk dihatin çapkirin vêga pirtûkeke din a ku zarok bi xwe lehengên vê çîrokê ne di nav refên pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe girt.
Tê zanîn demekê di nava raya giştî de efsaneya cinawirê Gola Wanê wekî tiştekî dirinde, metirsîdar, xetere û hov dihate behs kirin, lê nivîskar Berfa Servîn ew efsane bi çîrokeke din derxistiye pêşiya me. Wê ew Cinawir wekî mê, wekî parizvana golê û ya hemû jîndarên golê; yeka şîrîn, henûn, ne xetere û ne hov û hewirdorparêz di çîroka xwe de sêwirandiye.
Wêjeya bo zarokan li ser esasên pedegojiyê tê honandin, mebest ji wê bo zarok hê di temenê piçûk de xwezayê, jîndaran, mirovan, hewirdorê binasin hez bikin û di piçûkî de hînî berpirsyariyan bibin. Yanê ger em bi hevokekê wê mebest vebêjin; mebesta wêjeya zarokan ev e, karibe bala zarokan bide tiştên derdora wan diqewimin, ango bo lê biwerqilin e.
Di wêjeya me ya bo zarokan de ta niha pirtir çîrokên gelerî, fesaneyî yên wekî Şengê û Pengê, Dîk û Rovî, Gur û Rovî, Pîrê û Rovî û hwd. bo zarokan dihatin çapkirin ku mebest jê ev bû da jîndarên kovî û kêdî, têkîliyên wan sewalan û mirovan zarokan bidin xwendin da zarok hem wan sewalan-jînaran nas bikin hem jî jê hez bikin.
Lê Berfa Servîn çîrokeke xweser nivîsandiye û bes ne sewal wê zarok jî kirine lehengên xwe û xwestiye bi vê yekê zarokan ji merhaleya naskirinê û hezkirina xweza, sewal û jîndar û hewirdirê bîne merhaleya hest pê anîna berpirsyariyê.
Nivîskar Berfa Servîn vê derbarê de wiha dibêje: “Ez ji rewş û derûniya zarokan a ku rastiyê û xeyalê bi hev re dijîn hez dikim û min jî xwest bi nivîsandina vê çîrokê tevlî wê cîhana wan bibim. Helbet mebesta nivîsandina pirtûkên bo zarokan jî heye ku armanc ev e, karibî bala zarokan bidî derdora wan, da lê biwerqilin ku di jiyanê de û li derdora wan tiştên ev bala xwe bidinê hene; da karibin pirsan bikin, lê bipirsin, di tatêla tiştan de bin” Û wiha lê zêde dike: “Dema zarok vê pirtûkê bixwînin belkî di hişê wan de xeyal çêbin; eger ew yek pêk were, ew bo min besî her tiştî ye”.
Wekî ji navê pirtûkê jî diyar e çîrok di Gola Wanê de derbas dibe. Mirovên li derdora golê dijîn ji paqijiya golê re ne baldar in; ew hemû qirêjî, gemar û sergoyên xwe davêjin nava golê. Gol êdî ji ber wan sergoyên mirov davêjin nava wê xwezabûn û paqijiya xwe ji dest daye. Masiyên tê de dijîn bo gol êdî gemarî ye koç dikin ber bi avên pak û zelal ve terin û ji ber ku Cinawira xanim karê xwe nake golê naparêze, mirovan natirsîne da golê qirêj nekin hemû sûcê wê rewşê dixin stûyê Cinawir xanimê, bi ser wê de tim dikin pite pit û êdî silavê jî nadin wê…
Cinawir xanima ji vê rewşê aciz û bi tenê mayî diçe li nêzî girava Axtamarê di paş zinarekî de rûdine, dilê wê bi halê wê dişewite, dike kûre kûr berdide girî, ji alîkî ve jî xwe bi xwe diaxife gazincan ji rewş û halê xwe dike ku nikare mîna berê golê biparêze.
Di wê navberê de komeke zarokan ku bi kelekekê bo ger û lîstikê hatibûn wê derê Cinawir xanimê dibînin, dibin şahidê giriyê wê û gotinên wê. Dilê wan bi wê dişewite, gelekî xemgîn dibin li ber xwe dikevin, tên cem Cinawir xanimê wê aş dikin, jê re dibêjin, megirî xeman nexwe em ê êdî nehêlin mirov hem golê qirêj bikin hem mala we masiyan gemarî bikin.
Cinawir xanim jî baweriyê bi zarokan tîne, piştî ku zarok planekê çêdikin û bi xebateke wekî ya Grînpîsê, Cinawir xanimê jî dikin şîrika plana xwe û bi hev re dest pê dikin bo nehêlin him mirov golê qirêj bikin hem jî golê ji wê rewşa kambax rizgar bikin.
Vê yekê çawa dikin û çawa bi ser dikevin, em wayê jî bi xwendina pirtûkê hîn bibin.
Pirtûka bi xêzên rengîn ên Betûl Sînanogluyê hatiye xemilandin û dewlemendkirin li zarokên kurd pîroz be. Bi hêviya ku ji pênûsa vê nivîskara nû ya wêjeya zarokan bo zarokên kurd hê gelek çîrok û pirtûkên din jî der biçin.
- Cinawira Gola Wanê / Berfa Servîn / Xêz ûreng Betul Sînanoglu / Weşanên Sîtav / 48 rûpel / 2020


