Diyarname
Di van salên dawî de Amed Sporê zehmetî dikişand ku ji bo formayên xwe sponsorek peyda bike. Û niha Uzeyîroglu Înşaat bû sponsor.
Amed Sporê û Uzeyîroglu Înşaat li hev kir ku navê Uzeyîroglu Înşaat li ser formayên Amed Sporê be. Klûba Amed Sporê ji bo vê sponsoriyê sipasiya Serokê Lijneya Rêveberiya Uzeyîroglu Înşaat Yilmaz Uzeyîroglu kir.
Uzeyîroglu ji Agirî ye û li derdora xwe wekî kurdekî baş tê nasîn. Karsaz Yilmaz Uzeyîroglu di hilbijartina herêmî ya 2019'an de ji bo Şaredariya Agirî ji HDP'ê bûbû pêşberendam.