Diyarname
Ji bo Festîvala Kurtefîlman a Akbankê dema serîlêdanê dest pê kir. Yên bixwazin divê heta 25'ê berfanbara 2020'an berhemên xwe bişînin.
17'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê dê di navbera 22 adar û 1'ê avrêla 2021'ê de li dar bikeve.
Par ji 74 welatan 2217 kurtefîlman ji bo festîvalê hatibû şandin. Îsal di beşa Pêşbaziya Neteweyî de kurtefîlmê bi ser bikev edê bi 35 hezar TL bê xelatkirin. Di beşa pêşbaziya navneteweyî de jî dê kurtefîlmê serketî bi 5 hezar dolarî bê xelatkirin.
Di festîvalê de ji bilî pêşbazî û nîşandayîna kurtefîlman dê li ser sînemayê gotûbêj, forûm, atolyeyên sînemayê li dar bikevin.
Yên bixwazin dikarin ji ser "www.akbankkisafilmfestivali.com" bikevin têkiliyê yan berhemên xwe bişînin.