Diyarname
Kaptanê tîma Amed SPorê yê berê Mansur Çalar îro ligel Adiyaman Sporê peyman girê da û êdî dê formayê Adiyaman Sporê li xwe bike.
Lîstikvanê fûtbolê Mansur Çalar di sala 1986'an de li Batmanê hatiye dinê. Li Tîma jêrîn a Batman Balediyeyê bi awayekî profesyonel dest bi fûtbolê kir. Çalar piştî ku hat Amed Spor cih neguhart. Tam bi temamî 16 salan formaya tîma Amed Sporê li xwe kir. Vê havînê klûbê ji bo keda wî ya salan sipasiya wî kir.
Meraq ew bû ku Mansur Çalar ê 37 salî dê here kîjan tîmî? Çalar ku temaşevanên Amed Sporê jê hez dikir, gelekan digot divê îsal jî li Amed Sporê bilîze lê di encamê de klûbê biryarek din da. Û îro Mansur Çalarî ligel tîma Adiyaman Sporê li hev kir. Çalak bi ser hesabê xwe yê tora civakî re wêneyê xwe yê bi formaya Adiyaman Sporê belav kir. Klubê jî peyamek belav kir û diyar kir ku ji bo salek peyman ligel Çalar girê dane.
Piştî vê yekê li ser tora civakî bi sedan kesî peyamên serketin bo Mansur Çalarî belav kirin.
Adiyaman Spor di Lîga Duyemîn Koma Spî de dilîze. Amed Spor jî di Lîga 2'yemîn de lê di Koma Sor de dilîze.


