SÊRT
Komeleya Komîteya Şopandina Hilbijartiyan û Parlementeran a Tirkiyeyê (TUMÎKOM) daneyên xwe aşkera kirin û da zanîn ku Parlementerê BDP'ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk bi tenê bi qasî 2 parlementerên AKP'ê yên Sêrtê xebitiye û performansa wî ji her duyan zêdetir bûye.
Serokê TUMÎKOM'ê Mustafa Duran diyar kir ku li meclisê bi tenê der barê dozên parlementerên BDP'ê de agahî ji raya giştî re têne dayîn û dozên ku li parlementerên din hatine vekirin jî tên veşartin. Duran xwest ev cotstandardiya li hemberî parlementerên BDP'ê ji holê rabe.
Serokê Komeleya Komîteya Şopandina Hilbijartiyan û Parlementeran a Tirkiyeyê (TUMÎKOM) Mustafa Duran, rapora performansa demsala 3'yemîn a reveberiyê li Odeya Tabîban a Sêrtê ji bo çapemeniyê eşkera kir. Di civîna ku gelek dilxwazên TUMÎKOM'ê tevlî bûn de Duran da zanîn ku wan li ser 95 hezar rûpel belgeyan lêkolîn kiriye û rapor amade kiriye.
Piştre rapor ji aliyê Dilxwazê Şaxa Sêrtê ya TUMÎKOM'ê Rojnameger Cumhur Kiliççioglu ve hate eşkerakirin û bi daneyên dayî, da zanîn ku parlementerê Sêrtê Osman Ozçelîk bi qasî du parlementerên AKP'ê yên Sêrtê xebat kiriye. Li gorî daneyan, Ozçelîk 71 performansên şexsî hene û di ser rewşa performansê ya TBMM'ê de ye.
Di raporê de ev xebatên Ozçelîk cih girtin: "
*Di 100 xebatên derveyî karê wî de navê wî derbas bûye
*Li ser 16 guhertên qanûnî û teklîfan peşniyara guhertinê daye
*14 heb pêşniyarpirs dane
*Li ser 18 xalan peşniyara guhertinê kiriye
*15 heb peşniyarên giştî dane
*37 pêşniyar ji bo lêkolîna meclisê daye
*Bi îmzeya xwe piştgirî da 33 heb teklîfên guhertina qanûnan
*Li ser 92 xalan mafê axaftinê wergirtiye
*Xwestiye li ser 104 pêşnûmeya qanûnan biaxive
*Li ser 100 peşnûmeyan mafê axaftinê xwestiye
*Li ser 108 xalên tên guhertin pirs pirsîne
*Li dijî 141 pêşniyarên guhertinên koman axivîye
*Li ser 160 xalan li ser navê komê axivîye
*Li ser 180 pêşnûma zagonan axivîye
*Li ser hemû pêşnûmeyan 179 caran axiviye
Piştî rapor hate aşkerakirin, Serokê TUMÎKOM'ê Mustafa Duran, got ku li meclisê bi tenê der barê dozên parlementerên BDP'ê de agahî ji bo raya giştî têne dayîn û dozên ku li parlementerên din hatine vekirin jî tên veşartin. Duran xwest ev cotstandardiya li hemberî parlementerên BDP'ê ji holê rabe û wekhevî di vê mijarê de pêk bê.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin