Stenbol
Komek kurdên ji derdora oldar li Mizgefta Fatiha Stenbolê hatinz ba hev û ji bo 35 kurdên hatine kuştin nimêj kirin.
Piştî nimêjê komê daxuyaniyeke bi kurdî û tirkî da çapemeniyê. Daxuyaniya kurdî ji aliyê Mihemed Jiyan, tirkiya wê jî ji aliyê İrfan Burulday ve hat xwendin
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta tirk ji bo Sûriyê gotiye, "rêveberiya ku gelê xwe bikuje êdî ne meşrû ye" û wiha dom kir: "Hikumeta tirk jî bi komkujiya Roboskî êdî meşrûtiyeta xwe ya li ser beşên neteweyî yên Kurdistanê winda dike. Her kurdên ku vê meşrûtiyetê negire bin lêpirsîn divê ew bikevin bin lêpirsînê. Hêzên îslamî yên Kurdistanê, Saziyên Sivîl, divê têkiliya xwe ya bi AKP û Cemaetê re ku konsepta nû ya Komara Tirkiyeyê pêk tîne, miheqeq careke din binirxîne."
Kesên wekî Prz. Mursel Ekici, Prz. Harun Yaşar, Prz. Vedat Erler, Prz. Melik Şengul, Prz. Ozgur Ekinci, Abdulhakim Gunaydin, endamên Lijneya Weşanê ya Berojê, Dylemi Sahaf, Weşanên Dîwan, Ercan Gur, Weşanên Hîvda, Huseyin Palewi, İrfan Burulday, İbrahim Halil Baran, İsmet Aydemir, Muhammed Jiyan, Remzî Pêşeng, Seyda Yusuf Marini, Suleyman Çevik, Seyda Abdusselam, Şukru Aslan,, Yakup Aslan, Yavuz Delal.