RIHA
Nûner û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Bakurê Kurdistanê li ser xeta sînor a di navbera navçeyên Riha Pîrsûs û Akçakale de çûn serdana gelê ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ çalakiya kon dane destpê kirin. ÎHD’yiyan di dema serdanê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin; "Êdî piştgiriya xwe ya ji şebekeyên mirinê yên hemberî mirovatiyê sûcan pêk tînin qut bikin. Ambargoya li ser Rojava rakin û deriyên sînoran vekin.”
Nûnertî û şaxên ÎHD’ê yên li Bakurê Kurdistanê çûn serdana gelê ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ ên li hemberî kantona Kobanê çalakiya kon vedane.
Parêzvanên mafên mirovan li cihê çalakiyê bi gel re sohbet kirin û paşê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Beriya daxuyaniyê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Osman Suzen ku beriya daxuyaniyê axaftinek kir, diyar kir ku çalakiya konan watedar dibînin û bi gotina, 'Em ê timî li gel we bin" piştgiriya xwe nîşan da.
Daxuyaniya çapemeniyê ya ÎHD’ê li ser navê 3 nûnertî û 13’ê Şaxên ÎHD’ê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî ve hat xwendin. Bîlîcî got ku DAIŞ bi komkujiyên pêk tîne di rastiyê de komeke ku heqaretê li ola Îslamê dike.
Bîlîcî wiha axivî: “Armanca wan ew e ku destkeftiyên gelê Kurd ên ev nêzî du salan e bi gelên li herêmê re ber bi pêkhateyeke demokratîk ve gav avêtine û bi kedeke mezin dixwazin xweseriyê ava bikin, ji holê rakin.”
Bîlîcî bang li Tirkiyeyê kir ku piştgiriya xwe ya ji DAIŞ’ê re qut bike. Bîlîcî axaftina xwe wiha domand:
“Êdî piştgiriya xwe ya ji şebekeyên mirinê re ku li hember mirovatiyê sûc dikin rawestînin. Ambargoya li hember Rojava rakin û deriyên sînoran vekin. Her wiha em dixwazin bang li saziyên navneteweyî yên mafê mirovan jî bikin. Bi salane we çavên xwe ji vê herêmê re girtin, we guhên xwe girtin. Lê êdî bibînin ku Rojava sûcê mirovatiyê û li hemberî wê jî berxwedanek didome. Bi vê wesîleyê em tevahî saziyên mafê mirovan, di serî de ji bo kantona Kobanê em dawetî Rojava dikin.”
Bîlîcî diyar kir ku wê li hemberî êrîş û binpêkirina mafê mirovan ên dijî gelê Rojava pêk tên wê piştgiriya xwe bidomînin.
Ji bilî gel, heta niha siyasetmedar, şaredar, nivîskar û gelek beşên civakê li ser sînorê Rojava çalakî lidar xistin, bal kişandin ser rewşa Kobanî.


