Diyarname
Helbestvanê navdar Nazim Hîkmet di 48'emîn salvegera wefata xwe de li Moskovayê bi beşdariya nivîskar Hifzi Topuz, Ece Temelkuran, helbestvan Ataol Behramoglu û muzîkar Musa Eroglu dê bê bibîranîn
Di çalakiya bibîranînê ku Yekîtiya Karsazên Rus-Turkan (TRÎB) organîze dike de nivîskar dê li ser Nazim Hîkmet biaxivin û Eroglu jî konsereke bide.
Çalakiya bibîranînê roja 3'yê pûşperê dê li ser gora Hikmet ya li Novodevîçî de li dar bikeve. Li gor gor d3e dê helbestên hunermend ên bi tirkî û rusî bêne xwendin.
Gava duyemîn a bibîranînê jî dê li salona xwendina zarokan a li Pirtûkxaneya Nazim Hîkmet ku ji aliyê RTÎB'ê ve hatiye nûkirin bê vekirin. Dîsa li vê derê dê pêşangeha bi navê "Em dinyayê teslîmê zarokan bikin" ku zarokan amade kiriye jî dê bê vekirin.
Çalakiya bibîranînê heman êvarê dê bi konsera Musa Eroglu bi dawî bibe.
Di bîranîna par de Edip Akbayram konserek pêşkêş kiribû û 3 hezar kes çûbûn serdana konserê.


