“Kurdistana Azad”/Baþûr çiqas azadîxwaz e!
Alî Asker
Hêviya avabûna ‘dewleteke’ li Baþûr, piþtî tekçûna referandûma Kurdistanê parçe parçe bû. Gelek kurdên li parçeyên din, piþtî ku Amerîka sala 2003’yan li Iraqê da û Sedamê dîktator ji desthilatdariyê daxist, li Baþûr jî hêviyek ji bo kurdan çêbû.
Navê ‘Kurdistana Azad’ lê hat kirin û di warê aborî û warên din de, ew der ji bo gelek kurdan bû qiblegehek. Di nava deh salan de pêþketinên mezin jî li wî parçeyî çêbûn.
Lê di rastiyê de ew pêþketinên li wir, ên ku ji ber þert û mercên objektîv çêbûbûn, ne pêþketinên li gorî rastiyê bûn. Meqset ji þert û mercên objektîv ew e ku, Amerîka kete wir, kurdan li wir ji xwe ji destpêka salên 1990’î û heta wê gavê de-facto hikum dikirin. Piþtî valahiya desthilatdariyê li Iraqê çêbû, bi piþtgiriya Amerîkayê kurd bûn xwedî nîv-dewlet. Yanî heke ku operasyona Amerîkayê ya sala 2003’yan li ser Iraqê nebûya, ew þert û merc dernediketin holê.
Em werin ser wî tiþtî ku kurdan çiqasî karîbûn ev þert û mercên objektîv, ji bo avakirina rêveberiyeke li gorî þert û mercên demokrasiye, veguhezînin.
Kesek, tevgerek, civatek û hwd bi xwe ne demokrat bin, nikarin çanda demokrasiyê li derdora xwe jî belav bikin û bihêlin ew qûral û qaîdeyên demokresiyê li nava civakê bidin rûniþtandin. Ji ber ku partiyên Baþûr û bi taybet jî PDK ji çanda demokrasiyê bêpar bû, nekarîbûn li Baþûr jî sîstemeke demokratîk ava bikin.
Hinek dikarin rabin û bibêjin, heke ne demokrat bûya wê çawa di parlamentoyê de kursî bidana kêmnetewan, olên din û filan û bêvan. Ji bo ew kesên ku van argumanan derdixin pêþber, mirov dikare bibêje, herin ji xwe re li hevsengiya li Baþûr binêrin. PDK û bi giþtî desthilatdariya Baþûr, ne ji bo çavên wan ê reþ ew kursî dane wan derdoran. Hevsengiya li Iraqê, li Baþûr û li Rojhilata Navîn dihiþt ku wiha tevbigerin.
Heta niha me bêhtir di çarçoveya hilbijartin, parlamenterîzm û yên li derdora wê de rewþa Baþûr dinirxand û hîn jî em dinirxînin.
Lê me di çarçoveya mafên mirovan, azadiya çapemeniyê, mafê jinan, zarokan, kêmnedewan û yên din de çiqas nîqaþ kiriye?
Heke ku bersiva van pirsên li jêr, erênî bin wê gavê Baþûr bi rastî jî devereke azad bûye di van salan de. Heke ne erênî bin, wê gavê divê em careke din binirxînin rewþê.
Gelo em di nava van salên ku li Baþûr desthilatdariyeke fermî hatiye avakirin de, dizanin bê rewþa jinan di nava jiyanê de çawa ye? Gelo em dizanin bê di nava van salan de rewþa azadiya çapemeniyê di çi astê de ye? Gelo em dizanin bê mafên mirovan ên bingehîn, mafê jiyanê, azadiya xweîfadekirinê, mafê rêxistînbûnê di çi astê de ye? Gelo em dizanin bê Baþûra me çiqas ji bo pêþketina parçeyên din dilxwaz e û alîkar e?
Gelo em dizanin bê rewþa navendên binçavkirinan ên li Baþûr di çi astê de ne? Gelo em dizanin ku dadgehkirineke adil heye yan na? Gelo em çiqas dizanin li girtîgeh û navendên binçavkirinan îþkence heye yan na? Gelo sîstema hiqûqê çiqas li gorî sîstemeke adil, modern û mafparêz e? Gelo em dizanin bê ka dema binçavkirinê li Baþûr çend roj in? Kesên ku tên binçavkirin piþtî çend rojan dikarin bi parêzeran re biaxivin? Piþtî çend rojan derdixin dadgehê. Girtîgehên li Baþûr, li gorî standartên mafên mirovan in yan na?
Gelo, dahat li gorî sîstemeke adil tê belavkirin an na? Gelo her kes dikare bi hêsanî mafê perwerdeyê bi dest bixe?
Em dikarin van pirsan zêdetir bikin. Lê di van 15 salên derbasbûyî de em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Baþûr ezmûneke gelekî xirab daye û hîna jî dide.
Demeke berê li ser medyaya civakî vîdeoyek Þêx Cafer, Wezîrê berê yê Pêþmergeyan belav bû ku nehatibû diyarkirin bê kengî hatiye kiþandin. Þêx Cafer ê ku niha jî fermandarekî Pêþmergeyan e, di televizyona KNN’ê de behsa rewþa Baþûr dikir û digot, “tiþtê ku Beasê nekiriye, me li vî gelî kiriye”.
Ez bawer dikim ev mikurhatin, her tiþtan bi berfirehî radixe ber çavan.