Li Bîrmanyayê di encama felaketa tayfûnê de hejmara miriyan gihîşt 22 hezarî û 41 hezar kes jî winda ne.
Li Bîrmanyayê sê roj berê tayfûneke mezin rabû. Her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Heta niha ajansan ragihand ku hejmara miriyan 22 hezarî derbas kir û li dor 41 hezarî jî winda hene.
Wezîrê Karên Derve Nyan Win ragihand ku xebata diyarkirina zirarê berdewam dike û ditirsin ku li dor çemê Îrravadî hejmara miriyan zêde bibe.
Bîrmana heta niha bi kraltî dihat bi rê ve birin. Di tsûnamiya 2004'an de rêveberî alîkariya welatên derve qebûl nekiribû, di vê tofanê de jî encax piştî 48 saetan destûr da ku alîkariya welatên derve bikeve nava welat.
Amerîkayê pêşniyaz kir ku 250 hezar dolar alîkarî bike. Jina Bush Laura Bush diyar kir ku komeke amerîkayî li herêma bûyerê lêkolînan dike û ger destûr bê dayîn dê zêdetir alîkarî bikin.
Her wiha welatên wekî Japonya, Hindistan û welatên Yekîtiya Ewropayê jî alîkariya ji bo welat dişînin. Lê digeh her tiştî rêveberiya leşkerî ya Bîrmanyayê bi derengî bersiva erênî dide alîkariyan.


